15:46 19 Hezîran 2018
ALMANYA-POLÊS

Li Stenbolê operasyon li dijî DAIŞê

© Foto: AA
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Polîsên li Stenbolê li dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin. Serdozgeriya Stenbolê derheqê 41 kesan de qerara binçavkirinê da. Ji vana 31 kes hatin binaçakirin.

Mehmet Şenay Bayginê ku yek ji dozgirên Bûroya Sûcên Terorî yê girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye derheqê 41 şikbarên DAIŞê de bi tawana ‘Endamtiya rêxistina terorî kirine' qerara binçavkirinê da.

Her wiha di çarçoveya vê qerarê de dadgerê nobedar jî ji bo şekbaran qerara lêgerîn û destdanîna ser malên wan da.

Hêzên ewlehiyê ku piştî qerara dozgir dest bi operasyonan kirin 31 kesan girtin bin çavan û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

10 şikbarên dî ku li navnîşanên xwe nehatin,lêgerîna polîsan derheqê wan de berdewam e.

 

 

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya li dijî hedefên DAIŞê û El Nusrayê operasyon pêk anî
Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
Etîketan:
operasyon li dijî DAIŞê, Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, daiş, Mehmet Şenay Baygin, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de