23:44 20 Mijdar 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    KNK peyama sersaxiyê sand ji bo Rûsyayê

    © Sputnik/ Valeriy Şarifulin / TASS
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK ji bo kuştina Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlovî ku li Enqereyê hatibû kuştin ji Rûsya re peyama sersaxiyê şand.

    KNK peyama xwe li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrovî şand.

    Di peyama KNKÊ de wiha hat gotin: "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji ber şehadeta dîplomatê Rûsyayî Birêz Andrey Karlovî sersaxiyên ji dil pêşkêşî Rûsya, gelê wê yê pirnetewe û we dike. Kuştina mirovekî ku tevahiya jiyana xwe xist xizmeta welatê xwe û nûnertiya wê di qada navnetewî de dikir, bêguman, windahiyeke mezin e.

    Em dixwazin ku hûn bizanibin, îro gelê Kurdistanê jî tevli we di nava xemgîniyê de ye."
    Di peyama KNKê de hat gotin: ‘Ji dîrokê em dizanin ku ne Rûsya, ne jî Kurdistan tu caran serî li pêş dijminê xwe natewînin û têkoşînê heya bidestxistina serkeftinê dimeşînin. Gelê Kurdistanê li ba gelê Rûsyayê ye."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Ez ê bi xwe pêşwaziya balafira ku termê Karlov tîne Moskowê bikim
    Ji Lavrov peyama serxweşî ya êrişa Kayseriyê
    Lavrov û Çavuşoglu bi hev re cenazeyê Karlov pêşwazî kirin
    Etîketan:
    peyama knk bo lavrov, knk, Andrev Karlov, sergey lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de