01:39 19 Hezîran 2018
Amedspor

Demirtaş sersaxî li malbata kaptanê Amedsporê kir

© Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer peyama sersaxiyê şand.

Demirtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê, ji bo malbata Ozer û Serokê Tîma Amedsporê Nurullah Edemen peyam şand ku tê de wiha gotiye:

Min bi xemgîniyeke kur bihîst ku kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Ez ji bo Şehmus rehma Xwedê, ji bo malbata wî, ji bo alîgir, futbolîst û rêvebirên Amedsporê, bi gelemperî ji bo civaka futbol û werzîşê sersaxiyê dixwazim.

Di vê navberê de termê Ozer birin navçeya Erxaniyê ya Amedê û li vir hate binaxkirin.

Bi heman mijarî:

Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdana trafîkê de can da
Amedsporê sewqî dîsîplînê kirin
Piştî pêşbirka Fenerbahçeyê 2 futbolîstên Amedsporê hatin desteserkirin
21 hezar TL cezayê pare li Amedsporê hate birîn
Hevşaredaran serdana Amedsporê kirin
Etîketan:
Girtîgeha tîpa F a Edirneyê, Amedspor, HDP, Nurullah Edemen, Selahattin Demirtaş, Şehmus Ozer, Erxanî, Edirne, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de