08:08 18 Kanûn 2017
Zindî
    AmedSpor

    Kaptanê Amedsporê piştî qezayê ji sermayê jiyana xwe ji dest daye

    © Foto: Diyarbakir.bel.tr
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer (36) di qezeya trafikê de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn kû Ozer 2 rojan di hindirê wesayita xwe de brindar maye û ji serma jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ozer li navçeya Erxenî bi merasîmekê hate oxir kirin.

    Sertaç Kayar

    Kaptnanê Amedêsporê Şehmus Ozer di qezeya trafikê de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn kû Ozer ji bo dawetekê çûye Meletiyê û piştî dawetê ji bo vegere Mêrdinê bi wesayita xwe kete rê, lê 2 rojan agahî jê nehatîye girtin. Li ser vê yeke heval û malbata Ozer serî li Midurîyeta Ewlehiyê ya Amedê dan. Piştî rojekê polisan bi sinyala telefona Ozer, xwe gihandin cenazeye wî. Hate zanîn ku Ozer li ser Rêya Xerpêt-Gozelî de qeza derbas kiriye û bi sedema kû agahiya kesekî jê nebû ye ji serma jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ozer îro li navçeya Amedê Erxenî bi merasîmekê hate defin kirin

    Amedspor
    © Foto: Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Piştî mirina Ozer di hesabê medya civakî ya Amedsporê de li ser mirina Ozer ev daxuyanî hate dayîn: "Bila serê me sax be… Qeptanê tîma me, kekê me Şehmûz Ozer ji ber qezayeke trafîkê koça xwe ya dawî kir. Bila serê me sax be."

    Gelek kulüben sporê, partî, saziyên sivil jî ji bo Ozer peyamên sersaxiyê weşand.

    OZER KI YE?

    Ozer di sala 1980an de li navçeya Amedê Erxenî ji dayik buye. Li Erganispor dest bi sporê kiriye û bi rêzê formayên timên Malatyaspor, Kayserispor, Gümüşhanespor, Mardinspor, Karşıyaka, Altay, Mersin İdmanyurdu, Akhisar Belediyespor, ŞanlıurfaSpor, Altay li xwe kir. Ozer ji sala 2014an vir de li Amedspor dilîst.

    Bi heman mijarî:

    Amedspor û Fenerbahçe îro tên pêşberî hev
    Hevrikên Amedspor û Dersimsporê diyar bûn
    Amedspor: Dixwazin têkoşîna me qels bikin
    Amedspor 3 puan ji Ankaragucuyê stendin
    Amedspor bi 3 golan têk çû
    'Amedspor: Yan em ê maçê nelîzin yan jî li stadyûmê çalakiyê li dar bixin'
    Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
    Etîketan:
    futbolîst, qezaya trafîkê, Kayserispor, Malatyaspor, Mersin İdmanyurdu, Amedspor, Şehmus Ozer, Mêrdîn, Xerpêt, Erxenî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de