23:18 19 Hezîran 2018
Lezgîn Botan

Ji bo parlamenterê HDPê Botan 32 sal ceza tê xwestin

© Sputnik / Cesim İlhan
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Ji bo Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan bi îdiaya ku ‘sivkayî li hemberî Midûrê Emniyetê yê navçeya Ercişê kiriye' û ‘nehiştiye midûr peywira xwe bike' 32 sal ceza tê xwestin.

Serdozgeriya Komarî ya Wanê derbarê Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan de îdianameya xwe qedand. Îdîaname ji 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hate qebûlkirin. Di îdînameyê de tê gotin ku Botan di 6ê Mijdara 2015an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di konê sersaxiyê yê endamê HPGê Azad Bilal Gunay de axiviye û ji ber gotinên wî yên derbarê Midûrê Emniyeta Ercîşê û polîsên heman midûriyetê lêpirsîn hatiye vekirin.

Ji bo Botan ji 17 salan heta 32 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Bi heman mijarî:

Parlamenterê HDPê Adiyaman piştî îfadedayinê serbest hat berdan
Parlamanterê HDPê Nimetullah Erdogmuş serbest hate berdan
Parlamentarê HDPê Nîmetullah Erdogmuş hat binçavkirin
Parlamenterê HDPê Alican Onlu serbest hate berdan
Parlamentarê Dersîmê yê HDPê hat binçavkirin
Ahmet Yildirim û Filiz Kerestecioglu bûn wekîlên serokê koma HDPê
Etîketan:
ceza, HPG, 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, HDP, Azad Bilal Gunay, Lezgîn Botan, Ercîş, Colemêrg, Gever, Wan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de