07:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Çapemenî - Rojnamevan - Rojnameger

    ‘Rojnamevanî li herêmê haleteke di dramatik de ye'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Du rojnamevanên ku ji 20 salan zêdetir li bajarên Kurdan rojnamevanî dikin Mahmut Oral û Mahmût Bozarslan prosesa dawî ya rewşa rojnamevanên li bajarên kurdan ji bo Spûtnîkê nirxandin.

    Emîne Çelebî

    Tevli rewşa awarte ya 6 mehên dawî, gelek dezgeyên rojnamevaniya muxalif li Tirkiyeyê hatin girtin û rojnameger avêtin girtîgehê. Herî zêde jî li bajarên kurdan ev rewş derket holê. Di nav van 6 mehan li Amed û li bajarên derdora wê, 170 rojname, kovar û dezgehên ragihandinê hatine girtin. Tevli vê yekê bi sedan rojnamevanên bê kar man e. Mahmut Oral ji sala 1993 an û vê de li Amed û bajarên kurdan rojnamevanî dike. Li gorî wî niha rewşa rojnamevanan li herêma kurdan di rewşeke dramatîk de ye.

    ‘ARÎŞEYA SEREK EWLEHIYA JIYANA ME YE'

    Mahmut Oral beyanek da Spûtnîk Kurdistanê û got: "Niha arîşeya me ya serek ewlehiya jiyana me ye. Di mehên dawiyê de, li gelek navçe û bajaran pevçûnên tund di navbera niştecihên vir û hêzên ewlehiyê de pêk hatin. Ev pevçûn karîgeriyek mezin li ser me rojnamevanan kir. Di dema teqînekê de, di operasyonek tund de, di dramek ya însaniyetê de, berî herkesi hêzên ewlehiyê, rojnamevan û dezgehên parastinê tên cihê bûyerê. Ji ber vê ye kesên herî bê ewlehî rojnamevan in.

    Mahmut Oral
    © Foto: Facebook
    Mahmut Oral

    'JI DESTPÊKA OPERASYONÊN KOBANI Û MUSILÊ XETERE ZÊDETIR BÛYE'

    Mahmût Oral diyarkir prosesa ku bi Kobanî û Mûsilê dest bê kir û niha bi Raqqa û Helebê berdewam dike, rewşa rojnamevanan hêj dijwartir kiriye. Oral bibîr xist herêma bajarên kurdan ji bo hemî dinyayê qadeke navendî ye û got: "Bûyerek ku li Diyarbekirê pêk tê, ev tesîra xwe li Kobaniyê dike, bûyerek li Hewlêrê pêk tê ev tesîra xwe li Qendîlê dike."

    'ROJNAMEVAN DIBIN HEDEFÊN HIN DERDORAN'

    Mahmût Oral da zanîn gelek hevalên wan yên li Herêmê, di pevçûnên salên dawî de bûne hedefên hin derdoran û wiha berdewam kir: "Yên gûle xwarin, yên bêvila wan hatin şikestin, yên hatin derbkirin. Bi taybetî jî kameramanê binavê Refîk Tekîn di dema li Cizîrê meşeke temaşe dikir rastî guleyê polîsan hat. Li nexweşxaneyê jî hat derbkirin." Rojnamevan Mahmût Oral dibêje: "Piştî destpêka rewşa awarte ya Tirkiyeyê li derdora 170 dezgehên ragihandinê hatine girtin ji ber vê jî rojnamevanên ku bê kar mane û azadiya bidestxistina agahiyan ya civakê bi vî awayî ji destên wan hatiye stendin." Oral vê encamê bi gotinên ‘Rewşeke dramatik' tîne ziman.

    ‘DI DEMÊN AWARTE DE ŞERTÊN ROJNAMEVANAN JÎ DIJWAR DIBIN'

    Mahmût Bozarslan jî yek ji rojnamevanên li Herêmê ye û nêzî 20 salan li bajarên kurdan rojnamevanî kiriye. Bozarslan rewşê wiha bilêv dike: "Dema ku li herêmê pirsgirêk kêm bûn, dijwarî jî kêm bûn. Lê dema şer û pevçûnan de her wisa şertên rojnamevanan jî dijwartir bûne. Di salên dawiyê de tesîra şer ya dijwar li ser rojnamevanan gelek e."

     

    Mahmut Bozarslan
    © Foto: Facebook
    Mahmut Bozarslan

    ‘EM 100 MITRO NÊZÎ BÛYERÊ NE LÊ AGAHIYÊ BI RIYA TELEFONÊ DIGIRIN'

    Bozarslan diyar kir ji ber qedexeyan gelek caran çûyîna wan ya nav bûyeran ne mimkûn e û got: "Em 100 mitro li nêzî bûyerê bin jî, lê dîsa neçar in agahiyan bi riya telefonan ji sivîlan distînin." Bozarslan da zanîn herî zêde karê rojnamevanên opozîsyonê dijwar e, lê yên nêzî dewletê jî ji aliyê civakê ve di nav xetereyê de ne.

    ‘QEDEXEYA MEZIN LI SER ÇAPEMENIYA KURDAN E'

    Mahmût Bozarslan diyar kir qedexe û astengiyên mezin bi taybetî li ser çapemeniya kurdan zêde ne û got: "Ji xwe hema hema hemû dezgehên kurdan yên ragihandinê jî li bajarên kurdan hatine girtin. Di vê serdemê de gelek rojnamevan hatin kuştin, wendakirin û gelekên wan haya tu kesî ji wan tune ye. Ne tene rojnamevanên li herêmê yên ku ji Sûriyeyê hatine jî wenda ne."

    ‘TENÊ LI AMEDÊ 100Î ZÊDETIR ROJNAMEVAN BÊ KAR MANE'

    Mahmût Bozarslan diyar kir ji ber qedexe û pevçûnan bi sedan rojnamevan hatine binçavkirin û zêdetirên wan girtî ne û da zanîn ji 100î zêdetir rojnamevan tene li Amedê bê kar û îş mane, ew bi xwe jî yek ji wan e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber rewşa awarte rojnamevan nema dikarin bixebitin'
    Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn
    PENa Kurd: Bila her sê rojnamevan serbest bên berdan
    CPJ: Rojnamevan li bajarên kurdan di bin xetereyê de ne
    Etîketan:
    rewşa rojnamevanan, Refîk Tekin, Mahmut Bozarslan, Mahmut Oral, Heleb, Raqqa, Musil, Kobani, bajarên Kurdan, Tirkiye, Cizîre, Herêm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de