13:01 21 Hezîran 2018
İçişleri Bakanı Süleyman Soylu ve Rus Büyükelçi Karlov'un öldürüldüğü bölgede geniş güvenlik önlemleri alan polis.

Polîsên li Stenbolê dîwar rûxandin û avêtin ser komeleyekê

© REUTERS / Ümit Bektaş
Nûçe
Lînkê kurt
0 02

Polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê vê sibehê avêtin ser Komeleya Federasyona Ciwanan, lê ji ber ku kesî derî venekir polîsan bi dara zorê dîwarên komeleyê ruxandin û ketin nav komeleyê.

Operasyona polîsan ya vê sibehê li hemberî avahiya komeleyek li ser riya Piyalepaşa pêk hat.

Polîsan bi riya pêlikên îtfayeyê ji ser baniyê avahiyê bergirtina ewlekî pêk anî. Her wiha polîsan bi seyareyên TOMA û yên zirxî jî anîn ber deriyê komeleyê.

Piştî bi dara zorê dîwarên avahiyê rûxandin û ketin nav komeleyê û hin belgeyên komeleyê desteser kirin. Lêgerînên polîsan hêj di nav avahiyê de berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Wezareta Karê Hundir: 370 komele hatin girtin
PDK-Î û KOMELE dê bi hev re “berxwedan”ê xurt bikin
Li Almanyayê, polêsan avêtin ser komele û malên kurdan
Etîketan:
ciwan, komele, ser, avet, polisan, Toma, operasyon, emniyet, polis, Stenbol, Okmeydanı
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de