15:32 21 Hezîran 2018
Kulîlkên ku ji bo Balyozê Rûsî Andrey Karlovê li Enqerê hat terorkirin, li ber Wezareta Derve ya Rûsyayê hatine danîn

Karlov wê îro bi rêûresma fermî ji Enqereyê bê oxirkirin

© AFP 2018 / VASILY MAXIMOV
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Termê Balyozê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov îro saet 16.00 deqîqeyan ji Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê wê bi rêûresma fermî bê oxirkirin.

Li gorî nûçeya Hurriyetê, ji bo eleqedariya bi malbat û termê Karlov re Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Tugrul Turkeş hatiye wezîfedarkirin

Hate zanîn ku di nava şanda ji Rûsyayê hatiye û wê termê Karlov bistînin û beşdarî karên otopsiye bibin de dozger, polîs, pisporên tipa edlî û rojnameger hene.

Çavlirêye ku Balyoz Karlov îro saet 16.00 deqîqeyan ji Balafira Esenboga ya Enqereyê bi beşdariya Tugrul Turkeş Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê ji bo Rûsyayê bê şandin.

Bi heman mijarî:

Peskov: "Armanca kuştina Karlov têkbirina têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê ye"
‘Bi saya hewldanên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê sivîl hatin veguhestin'
Ji çar aliyên dinyayê li dijî kuştina Karlovî şermezarî hatin weşandin
Baran: "Di navbera kuştina Karlov û xistina balafirê de ferq tuneye"
Çavuşoglu, serdana xwe ya Ukraynayê betal kir
Ji Serokê MHPê daxuyaniya Karlov
Etîketan:
oxirkirin, term, Balafira Esenboga ya Enqereyê, Tugrul Turkeş, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de