21:58 22 Sibat 2018
Zindî
    Karlov

    Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê Andrey Karlov hat kuştin

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Li hemberî Balyozê Rûsyayê Andrey Karlov yê li Enqereyê êrişa çekdarî pêk hat. Karlov bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Balyozê Enqereyê Karlov jiyana xwe ji dest daye.

    22.10 DESTEYA MAFÊN MIROV A RÛSYAYÊ:DIVÊ JI BO ATMOSFERA NEFRÎNÊ DESTÛR NEDE DAYIN

    Serokê Desteya Mafên Mirov ê Serokdewletiya Rûsyayê Mixail Fedotov got: "Ez Hêvî dikim ku ji bo atmosfera nifrînê çênebe aqlê selîm biser keve."

    22.05 SEROKWEZÎRÊ TIRK: YEK JÊ BIYANÎ 3 KES BIRÎNDAR BÛN

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim diyar kir ku, di êrîşa li ser Karlov de yek jê biyanî 3 kes birîndar bûn û wiha got: "Ji ber windakirina vî balyozê rêzdar gelek xemgîn in ku hefteya borî li Moskowê me ji nêz de derfetên xebatê bi wî re dîtibû. Ji bo fail û derdorên tarî yên li dû vê çalakiya terorπe derxin holê û wan radestî edaletê bikin, her cure hewl tê nîşandin". Yildirim destnîşan kir ku ev bûyer armanca xerakirina têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatiye çêkirin û diyar kir ku wê destûr neyê dayîn ku têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de zerarê bibîne û bikeve dafika terorê.

    21.52 PUŞKOV: ÊRÎŞ ENCAMA HISTERIYA SIYASÎ YE

    Serokê Komisyona Polîtîkaya Enformasyonê ya Desteya Federasyonê ya baskê jor ê Parlamentoya Rûsyayê Aleksey Puşkov diyar kir ku kuştina Balyoz Andrey Karlov di encama histeriya dijberên Rûsyayê ya ji ber pêşketnên Helebê dijîn çêbûye. Puşkov wiha got: "Êrîş di encama histeriya siyasî ya ku dijberên Rûsyayê ji ber Helebê dijîn, çêbû."

    21.47 WEZÎRÊ BEREVANIYA TIRKÊ: HER KÎ LI PIŞTA VÊ ÊRÎŞÊ BE WÊ BÊN DERXISTIN

    Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik, diyar kir ku ew êrîşa terorê bi awayê herî xurt şermezar dike ku di encamê de Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov jiyana xwe ji dest da. Karlov wiha got: "Her kî li pişta vê êrîşê hebe wê bê derxistin." Işik di mesaja xwe de sersaxî ji ji malbata Karlov, dewleta rûs û gelê rûs re xwest.

    21: 45 RÛSYA LÊPIRSÎN DA DEST PÊ KIRIN

    Berdevkê Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê Svetlana Petrenko ragihand ku derbarê kuştina Balyozê Enqereyê de lêpirsîn dane destpêkirin.

    21: 43 ALMANYA: EM KETIN ŞOKÊ

    Balyozxaneya Almanyayê ya li Enqereyê diyar kir ku kuştina Balyoz Karlov wan xistiye şoke û peyama "Em bi hevpîşeyên rûsî re şîn digirin, Enqere" parvekir.

    21: 39 ERDOGAN AGAHÎ DA PÛTÎN

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin ragihand ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi riya telefonê agahî daye Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr pûtîn.

    21: 35 JÎRÎNOSKÎ: ÊRIŞ BI TEMAMÎ PROVOKASYONE

    Serokê Partiya Lîberal Demokrata Rûsyayê Vladîmîr Jîrînoskî, êrişa li hemberî balyozê rûsî wek provokasyonek bo têkiliyên Rûsya- Tirkiyeyê bixê zorê nirxand.

    21: 32 Piştî êrişa li hemberî Balyoz Karlov ewlehiya li ber avahiya Serkonsolxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê hat zêdekirin.

    Piştî êrişa li hemberî Balyoz Karlov ewlehiya li ber avahiya Serkonsolxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê hat zêdekirin.
    © Foto: DHA
    Piştî êrişa li hemberî Balyoz Karlov ewlehiya li ber avahiya Serkonsolxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê hat zêdekirin.

    21: 29: JI ROSTURİZMÊ BO RÛSIYÊN LI TIRKIYEYÊ BANG

    Ajansa Tûrîzmê ya Federal a Rûsyayê (Rosturizm) bangî welatiyên rûsî ên li Tirkiyeyê kir û daxwaz kir ku ji cihên qelebalix dûr bisekinin û dernekevin derve kir.

    21: 24 GUL: SERÊ GELÊ RÛSYAYÊ SAX BE

    Serokomarê 11mîn yê Tirkiyeyê Abdullah Gul li ser hesaba twitterê daxuyanî da û êrişê şermezar kir. Ji malabata Karlov û gele Rûsyayê re sersaxî xwest.

    21:20: REUTERS: ÊRIŞKAR POLÊS BÛ LÊ LI SER PEYWIRÊ NE BÛ

    Ajansa Reutersê ku zanyariyên xwe sipartin çakaniyê du rayedarên ewlekariya tirk, êrişakarê ku Balyozê rûsî kuşt polês bûye, lê li ser peywirê nebûye.

    21: 06 NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÊRIŞÊ ŞERMEZAR KIR Neteweyên Yekbûyî kuştina Balyozê Rûsyayê ya li Enqereyê şermezar kir. Berdevkê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric bi daxuyaniyek êrişa li hemberî Balyozê rûsî yê li Enqereyê şermezar kir û ragihand ku tu meşrûiyeta vê êrişê tine ne.

    20:48 Hate ragihandin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derbarê êrişa li hemberî Andrey Karlov di serî de ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û wezîrên din agahiyan standiye û geşadanan jî dişopîne.

    20: 40 AMERÎKA BÛYERÊ ŞERMEZAR KIR

    Daxuyaniya ewil yê ji Amerîkayê êrişa li hember Karlov şermezar kir. Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kirby "Çavkanî çi dibe bila bibe em bûyerê tûndî şermezar dikin.' Kiby diayên me bi Balyozê rûsî û malbata wî re ye.

    20: 29 BALYOZ JIYANA XWE JI DEST DA

    Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Balyozê Enqereyê Karlov jiyana xwe ji dest daye. Zaxarova em mirina Karlov wek êrişa terorî dibînin. Zaxarova destnîşan kir ku êrişa li hemberî Karlov dê bibin Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî.

    20: 27 AGAHÎ DERBARÊ KU BALYOZ KARLOV MIRIYE TINE NE

    Hate ragihandin ku agihî derbarê Balyozê Rûsyayê ya li Enqereyê Andrey Karlov miriye tine ne.

    20: 21 Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag çû cihê bûyerê û tê payîn ku daxuyanî bide.

    20: 18 Şahidan bûyerê wiha ragihandin.

    20: 13 REWŞA BALYOZ KARLOV GIRAN E

    Hate diyarkirin ku rewşa Karlov ku rastî êrişê hat giran e

    Balyozê rûs Andrey Gennadiyeviç Karlov li Enqereyê li Navenda Hunerên Hemdem di dema serdana pêşangeheke hunerî dikir rastî êrîşê hat.

    Hate zanîn ku piştî rêûresma vekirina pêşangehê Karlov dema diaxivî rastî êrîşê hatiye û bi giranî ew rakirine nexweşxaneyê.

    Hate diyarkirin ku Karlov ev du salin wezîfedar e.

    Li gorî nûçeya CNN Turkê dema Balyoz li pêşangehê digaeriye kesekî çekdar pêşî gule bera hewayê daye. Piştî ku kesên li hundir derketin derve, gule bera balyoz daye. Hate diyarkirin ku balyoz ji pişta xwe ve gule xwariye û bi giranî birîndar bûye. Balyoz rakirin nexweşxaneyê.

    Rayedarekî rûsî ji Hurriyet.com.tr yê re axivî û ragihand ku êriş ji aliyê terorîstê radîkalên îslamîst ve pêk hatiye.

    ‘ŞAHIDIN BÛYERÊ'

    Li ber çevên me rastî êrişê hat. Me bi zorê xwe avêt derve.

    ‘QÎRIYA EZ JI VIR SAX DERNAKEVIM '
    Keseke şahide bûyerê ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku piştî axaftina şaredar Balyoz Karlov diaxiviya. Çawa bû me fêm nekir êrişkar qîriya, ‘Dê hesaba Helebê bê pirsîn' Hemû kes dest bi revanê kir. Tirkî diaxiviya, hin kes ku bi ser de çûn, got xwe ji nav rê bidin ez ji vir bisaxî dernakevim. Piştre jî denge çekan hat. Piştre polêsa hatin wî got newin ez ji vir dernakevim.
    ‘NASNAMEYA POLÊSAN NÎŞANDA'

    Hat îdiakirin ku êrişkar nasnameya polêsan nişan deye û ketiye hûndir. Tê gotin ku dibe êrişkar parêzvanê balyoz be.

    Wêneyê êrişakarê tê îdiakirin ku Balyozê Rûsyayê ya li Enqereyê kuştiye ji aliye şahidin bûyerê ve hat kişandin.
    Twitter
    Wêneyê êrişakarê tê îdiakirin ku Balyozê Rûsyayê ya li Enqereyê kuştiye ji aliye şahidin bûyerê ve hat kişandin.

    ‘ÊRIŞKAR CILÊN REŞ LI XWE KIRIBÛ'

    Wênekêşê Hurriyetê Haşim Kiliç dema bûyerê wiha ragihand: ‘Xwepêşandana wêneyan ku ji aliye Balyozxaneya Rûsyayê ve hatibû lidarxistin hebû. Kesekê ku me digor qey parêzvanê balyoze li pişt disekiniya û ji nedî ve güle berda hewan, piştrejî li balyoz xist.'

    JI HÛNDIR 10-15 CAR DENGÊ ÇEKAN HAT

    Polês û tîmên taybet derdora avahiyê girtine. 10-15 car denge çekan ji hûndir hat bihîstin. Tê gotin ku şer diqewime.

    WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ ÇÛ CIHÊ BÛYERÊ

    Hate diyarkirin ku piştî operasyona polêsan êrişkar li derve hatiye dorpêçkirin. Wezîrê Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê Suleyman Soylu çuye avahiya ku xwepêşandan hat lidarxistin.

    GELO ÊRIŞKAR POLÊSÊ ÇEVÎK E?

    Li gorî îdiayan êrişkar bi nasnameya polêsan ketiye salona xwepêşandanê, bi navê Mevlut Mert Altintaş di sala 1994an de jidayîkbûye û di sala 2014an de ji Dibistana Polêsan Ruştu Unsal yê Îzmîrê mezun bûye. Lê derbarê mijarê de hêj daxuyanî nehatiye dayîn.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de