04:59 20 Sibat 2018
Zindî
    Bibîranîna Şêx Seîd li Qada Şêx Seîd a Amedê

    5 partiyên kurd ji bo Şêx Seid Burhan Kuzu şermezar kirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    5 partiyên siyasî yên kurd ên li Tirkiyeyê, li ser gotinên Burhan Kuzu yên li dijî Şêx Seîdî ew şermezar kirin.

    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), PDK Bakur, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Hareketa Azadî li hemberî gotinên Burhan Kuzu daxuyaniyek çapemeniyê belav kirin û ji bo gotinên wî ew şermezar kirin.

    Di daxuyaniya 5 partiyên siyasî yên kurdan de wiha hat gotin: ‘Serokêmarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ku derbarê serhildana Dêrsimê de li ser navê Tirkiyê lêbirîn xwestibû, em dixwazin serşêwirmendê xwe Burhan Kuzu jî şermezar bike. Xwediyên zihniyeta nijadperest, şoven û qetlîamker ne duh ne jî ji niha û pê de ew nekarîne pêşiya têkoşîna gelê Kurdistanê bigrin.'

    Burhan Kuzu piştî êrîşa li Kayseriyê yê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: ‘Hevdîtinên Lozanê dest pê kirin, di dema ku Konferansa Stenbolê de meseleya Mûsil dihat axavtin li rojhilat, nemerdan serhildana Şêx Seîd derxistin, ewên îro jî heman kes in.'

    Bi heman mijarî:

    Burhan Kuzu ji Davutoglu re got: ‘Balafira ku te nexistiye tu çima dibêjî min xistiye'
    Etîketan:
    hareketa azadî, partiya kurdistani, partiya sosyalista kurdistanê, Partiya azadiya kurdistan, Tayyip Erdogan, Burhan Kuzu, Qeyseri, Bakur, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de