16:34 22 Hezîran 2018
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê, operasyona girtîgehan ya kû di sala 2000an de hate li darxistin şermezar kir

‘Di salvegera operasyona 19ê Berfanbarê de rewşa girtiyan giran bûye'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nûçe
Lînkê kurt
0 01

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê, operasyona girtîgehan ya kû di sala 2000an de hate li darxistin şermezar kir û xwest kû berpirsîyar werin darizandin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi daxuyaniyek nivîskî destnîşankir kû 2yemîn operasyona girtîgehan li ser girtiyên siyasî tê ferz kirin.

Li Tirkiyê di 19ê Berfanbara 2000an de li girtîgehan li hemberî girtiyên siyasî bi navê ‘Operasyona vegerandina jiyanê' hate li darxistin. Di encama operasyonê de 2 jê leşker 32 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha têkildarî salvegera operasyona 19ê Berfanbarê de Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a Amedê li avahîya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Komisyona Girtîgehan a Navenda İHDê ve hate dayîn. Serokê İHD a Amedê Racî Bîlîcî di dema daxuyaniyê de axivî û kesên kû di encama operasyonê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Bîlîcî xwest kû kujer werin darizandin. Piştî Bîlîcî, Parêzer Muhterem Suren daxuyanî xwend û xwend û balkişand ser encamên operasyona 19ê Kanûnê.

‘MALBAT JÎ TÊN CEZAKIRIN'

Suren, dîyar kir kû li girtîgehan binpêkirina mafên girtîyan zede buye û ev yek bi Rewşa Awarte re gihiştîye astek mezin. Suren wiha berdewam kir: "Piştî îlankirina Rewşa Awarte ev 5 mehe kû li girtîgehan şert û mercên girtîyan giran bûye. İşkence û zext û zorî ne tenê li hember girtîyan, li hember malbatên wan jî tê kirin. Girtîyan dişênin girtîgehên dûr û bi vê yeke malbatên wan jî tene cezakirin."

‘DIVÊ GIRTÎ NEYÊN TECRÎTKIRIN'

Suren di dawîya daxuyaniyê de ev daxwaz anîn ziman: "Divê girtî neyên tecrit kirin. Bila berpirsên operasyona 19ê Berfanbarê werin darizandin. Berpirsên kû mafê girtîyan binpê dikin û li wan îşkence dikin divê werin darizandin. Mafê girtîyan yê tenduristî, parastin, perwerdehî, xwarin û vexwarinê bicîh bînin. Bila girtîgeh ji rêxistinên saziyên sivil re were vekirin. Bila Girtîgeha Taybet ya İmralî were girtin."

KCD: 2YEMÎN KOMKUJİYA 19ê BERFANBARÊ TÊ FERZ KIRIN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî têkildarî mijarê daxuyanîyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de operasyona girtîgehan ya 2000an hate şermezarkirin û KCDê balkişand ser rewşa niha ya girtîgehên Tirkiyê. Daxuyanî wiha berdewam kir: "Erdogan û AKP ya faşîst hewldana darbeya 15ê Tîrmehê weke hincet nîşan da û pêkanînên dermirovahî yên li ser girtiyên şoreşger dijwartir kiriye. Bi taybetî li hemberî birêz Abdullah Ocalan ku ev 18 sal in bi tecrîdeke mînaka wê li dinyayê tuneye re rû bi rû ye û ev yek êdî tehemula mirovan ji hole rakiriye. Bi taybetî jî piştî plana qirej a Erdogan û AKPê ya li ser jiyana birêz Ocalan, derket holê, fikarên me yên li ser jiyana birêz Ocalan mezintir bûye. Li aliyekê jiyana birêz Ocalan di xetereyê de ye û li aliyê din jî li ser navê Rewşa Awarte li ser girtiyên şoreşger 2yemîn komkujiya 19ê Berfanbarê ferz dike."

Bi heman mijarî:

İHD: Li hemberî sûriyeyiyan êrîşên nîjadperest zêde bûne
İHD: Li Rihayê emniyetê şikeft kiriye îşkencexane û îşkenceya zayendî dike
IHD: Li Tirkiyeyê mercên jiyanê yên penaberan têk diçin
IHD: Kesên li Nisêbînê hatin girtin rastî îşkenceyê hatin
IHD ji bo Kulterê windayî serî li NYê da!
Etîketan:
Operasyona 19ê Berfanbara 2000an, Girtîgeha Îmraliyê, AKP, KCD, IHD, Abdullah Ocalan, Muhterem Suren, Raci Bilici, Tirkiye, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de