02:59 20 Hezîran 2018
Kadrî Yildirim

Qedrî Yildirim: Beyanat beyanata min e

© Sputnik / Cesîm Ilhan
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementerê Sêrtê yê HDPyê Qedrî Yildirim derheqê peyvên xwe yên di medya îro de hatiye belavkirin de bersiv da Spûtnîk Kurdistanê.

Peyvên Yildirim yên ‘Heger heqê perwerdeya bi zimanê zikmakî bidin kurdan û sitatuyeke di nava dewleta ûnîter de bê qebûl kirin,em ê pişgiriyê bidin sîstema serokatiyê ‘ di medya îro de ciheke berfireh digire û dibe sebebê nîqaşan.

Qedrî Yildirim gotinên xwe piştrast kir û got: Belê beyanat beyanata min e. Yildirim got:

"Beyanat beyanata min e, lê niha bi berfirehî naxwazim derheqê vê beyanatê de tiştekî bibêjim. Dê ezê piştî civîna giştî ya îro li Enqereyê li navenda HDPyê ji dezgehên ragihandinê re agahiyên berfireh bidim."

Wek tê zanîn Ayhan Bîlgen berdevkê HDPyê ji bo beyanata Qedrî Yildirim gotibû: Ji axaftinek kevn yê parlementerê me jê kirine û nûçe çêkirine. Nêrîna Partiya me ya derheqê mijarê de diyar e…

 

 

Bi heman mijarî:

Kadri Yildirim: Bila malpera parlamenê bi kurdî weşanê bike
Etîketan:
beyanata bilgen, HDP, Qedri Yildirim, Ayhan Bîlgen, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de