02:54 18 Çile 2018
Zindî
    Sergey Lavrov - Mevlüt Çavuşoğlu

    Çavuşoglu wê li Moskowê bi Lavrov û Zarîf re were ba hev

    © Sputnik/ Максим Блинов
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Tirkiyê li Moskowê Huseyin dirioz piştrast kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di 27ê Berfanbarê de li Moskovayê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zarîfî re were ba hev.

    Dirioz li Moskowê ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsa, ‘Tirkiye, Rûsya û Îran gelo wê li ser mijara Sûriyê hevdîtineke sê alî pêk bîne an na' got: "Rast e, tê plankirin ku di 27ê Berfanbarê de di asta wezîrên karê derve de li Moskowê hevdîtinek wiha pêk were".

    Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku ji Tirkiyê, Rûsya û Îranê rayedar ji bo mijara Sûriyê guftûgo bikin wê di 27ê Berfanbarê de li Moskowê civîneke sê alî çêbikin.

    Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Tirkiyê Huseyin Muftuoglu jî gotibû ku wê di vê civînê de mijara derxistina sivîlan ji Helebê bê nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bi Wezîrê Derve yê Îranê Zerîf re axivî
    Çavuşoglu: 27ê Berfanbarê Tirkiye, Rûsya û Îran li ser Sûriyê dicivin
    Çavuşoglu bi Kerry re li ser Helebê axivî
    Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu
    Ji Çavuşoglu daxuyaniya Helebê
    Etîketan:
    Huseyin Muftuoglu, Huseyin Dirioz, Mevlut Çavuşoglu, Cewad Zarîfî, Sergey Lavrov, Sûriye, Heleb, Moskow, Îran, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de