14:39 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Meral Daniş Beştaş:‘Rewşa tenduristiya Demirtaşî ber bi başiyê ve diçe'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Meral Daniş Beştaş li Enqereyê beşdarî danişînek doza Selahattîn Demirtaş Hevserokê HDPyê bû û got:'Rewşa tenduristiya Demirtaşî ber bi başiyê ve diçe.'

Endama Komîsyona Destûra Bingehîn ya Meclîsa Tirkiyeyê, Parlementera Edeneyê yê HDPê Parêzer Meral Daniş Beştaş, derheqê rewşa tenduristiya Hevserokê HDP-yê Selahattîn Demirtaşî de agahî dan medyayê.

Beştaş got: Rewşa tenduristiya hevserokê me niha ber bi başiyê ve diçe, lê divê kontrolên wî berdewam bin. Her wê got: Girtin û darizandina Demirtaşî yê niha li dijî destûra bingehîn e.Demirtaş niha di bin tecrîtê de ye. Di operasyonên li dijî HDPyê de destûra bingehîn ji serî heya binî tê binpêkirin.'

​Selahattîn Demirtaş ji ber ber twîtek xwe yê di sala 2015an de bi riya tora medya civakî weşandibû derket hemberî dadgehê.

Danişîna Demirtaşî li Enqereyê di dadgeha 35. Ya Asliye pêk hat. Ew bi riya Sîstema Peywendiyê yê Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dadgehê bû.
Tawana li dijî Selahattîn Demirtaşî ew e ku wî pesnê millet li hemberî hêza artêşê daye.

Pervîn Buldan, Meral Danış Beştaş û Sirri Sureyya Onder beşdarî dadgeha Demirtaşî bûn. Piştî derheqê Meral Daniş Beştaş agahî dan medyayê. Beştaş got:‘Ji roja 15-ê Tirmehê roja bizava derbeya leşkerî heta niha bi sedan caran desthilatdarên dewleta Tirkiyeyê hêza millet li dijî derbekaran anîne ziman. Qesta Demirtaşî jî rast e rast ev bû ku millet her daîm li dijî artêşan bi hêz e.' ‘

Meral Daniş Beştaş bibîr xist baweriya wan bo hiqûqê gelek e, lê hiqûq û daraziya îro ya Tirkiyeyê di bin destê desthilatdarên Tirk de ne. Her, Beştaşê got: ‘Ne tenê hevserokê HDPyê Demirtaş, îro hemî endamên HDP-yê ku hatine girtin bi riyên ne hiqûqî têne darizandin.'

 

 

Bi heman mijarî:

TAYBET - Meral Daniş Beştaş: ‘Li Mêrsînê ji bo parlementera duyem 27 deng mane'
Etîketan:
Dadgeha 35 ya Asliye, HDP, Pervin Buldan, Selahattin Demirtaş, Meral Daniş Beştaş, Sirri Sureya Onder, Edene, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de