23:30 22 Nîsan 2018
    Îsmaîl Beşîkçî

    Îsmaîl Beşîkçî:'Neteweyên Yekbûyî qêrîna Kurdan nebihîst'

    © Sputnik / Cesim İlhan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sosyolog Dr Ismail Beşîkçî got:'Neteweyên Yekbûyî tu caran qêrîna kurdan nebihîst û mafek ku di bin kolonyalîzma emperyalan de be jî neda kurdan.'

    Li Duhokê konferansek binavê ‘Pêşeroja Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin.

    Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Berhem Salih Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, Hemîn Hewramî Berdevkê Karên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê, Xoşyar Zebarî Wezîrê Karên Darayî yê Berê yê İraqê, Safîn Dîzeyî Berdevkê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê û gelek navdarên pisporên mijara kurd beşdarî vê konferansê bûn.

    Ismaîl Beşîkçî ku ji Tirkiyeyê beşdarî konferansê bû balkişand ser dewletên li Efrîkayê ku ji salên damezirandina Neteweyên Yekbûyî ta niha gihiştine serxwebûna xwe û got:Neteweyên Yekbûyî ji roja ku hatiye damezirandin ta niha tenê li Efrîkayê riya serxwebûna 57 dewletên di bin sîwana kolonyalan de bû nas kiriye, lê kurdan şayanî vê azadiyê nedîtiye.'

    Îsmaîl Beşîkçî got: Zilma herî mezin ji bo kurdan ew bû ku axa kurdan bi axa kolonyalîstên xwe ve girêdayî bûn. Ji ber vê ye tim rastî êrîş û qirqirinê hatine.

    'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ QÊRÎNA KURDAN NEBIHIST'

    Beşîkçî got"Neteweyên Yekbûyî ji berê de denge qêrîna kurdan nebihîst û heqeq biçûk ku kurd di bin sîwana kolonyalîzma dewletekê de be jî neda kurdan. Bi dehan dewletên biçûk yên di bin sîwana kolonyalan de bûn, îro bûne xwedî sitatû, lê kurd di bin zilmeke mezin bi kolonyalên xwe re ne. Heya ku ew ji kolonyalên xwe neyên veqetandin ne mimkûn e ku ev zilm û zordariya li ser kurdan bidawî bibe."

    'MILLETÊN BÊ DEWLET NEÇARÊN QIRKIRINÊ NE'

    İsmaîl Beşîkçî her wiha diyar kir milletên ku bê dewlet bin her daîm neçar in rastî qirqirinê bên û got: Şengal di bin sîwana İraqê de bû lê İraq nekarî êzidiyan ji qirkirin û êrîşên hovane rizgar bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Ismail Beşikçi: Tiştekî şaş e ku kurd alaya Tirkiyeyê li ba bikin
    Beşikçi: 'Kurd, kurdî û Kurdistan di xetereyê de ye'
    Etîketan:
    Neteweyen Yekbûyî, ismail beşikçi, Duhok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de