00:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    Li Stenbolê teqîn

    Li Stenbolê êrîşa bi wesayita bombebarkirî: Li gorî çavkaniyên emniyetê 13 polîs mirine

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Stenbolê li dora Stata Vodafone Arenayê li hemberî otobusa polîsan êrîşa wesayita bi bombebarkirî pêk hat. Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê çûn ciyê bûyerê. Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu got ku di encama du teqînên cuda de nêzîkî 20 kes birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên emniyetê 13 polîs mirine.

    01.47 WEZARETA TENDURISTEYÊ: 15 MIRÎ, 69 BIRÎNDAR
    Wezareta Tenduristiyê daxuyanî belav kir û got ku di teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, 69 kes jî birîndar bûne.
    01.30 BALYOZXANEYA DYAYÊ: EM ÊRIŞÊ ŞERMEZAR DIKIN
    Balyozxaneya DYAyê, di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşa bi bombe got: "Em êrîşê şermezar dikin, di têkoşîna dijterorê de em li gel Tirkiyê ne. Dilê me û duayên me li gel mirovên li Stenbolê ne."
    01.12 LI BELEŞTEPEYÊ TEQANDINA BI KONTROL
    Dema ku lêkolîna hêzên ewlekariyê dewam dikir, li herêma Beleştepeyê teqandineke bi kontol hate kirin.
    01.00 Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag û Wezîra Malbatê Kaya ciyê bûyerê lêkolîn kirin.
    00.45 REUTERS: DI NAVA MIRÎ Û BIRÎNDARAN DE SIVÎL JÎ HENE
    Reutersê di nûçeya xwe ya ku spart wezîfedarekî ewlekariyê li ciyê bûyerê, ragihand ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane û di nava birîndaran de sivîl jî hene. Li gorî nûçeya ku Reutersê spartiye çavkaniyên emniyetê, 13 polîsan jiyana xwe ji dest dane
    00.36 WEZÎRÊ TIRK: DU TEQÎN HENE, YEK JÊ XWEKUJ E
    Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu got: "Hevalên me nirxandin ku du teqîn çêbûne. Yek jê li wî ciyê ku berê ‘Beleşteye' jê re dibêjin ku li ser stadê li kêleka Suzer Plaza ye, ya din jî di Parka Maçkayê de. Tê nirxandin ku ya li Parka Maçkayê xwekuj e."                                                                                                                                                                                                                      Wezîr Soylu wiha axivî: "Şêweyê bûyerê zanyariyên ku pêwistiya wan bi teyîtkirinê ne. Niha hemû hevalên me ji bo ronîkirina bûyerê xebatên xwe berdewam dikin."

    00.25 Wezareta Tenduristiyê aşkere kir ku piştî teqîna li Stenbolê hewcedarî bi xwînê nîne.

    00.20 AL JAZEERA: 15 POLÎSAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Al Jazeera Turkê ragihand ku di êrîşê de 15 polîsan jiyana xwe ji dest da.

    00.00 ​Ji Konsolxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê daxuyaniyek hate dayin û hate diyarkirin, agahiyek nîne ku di nava birîndaran de welatiyên rûs hene yan na.

    23.55 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê teqîna li Beşiktaşê agahî ji rayedaran stand.

    23.50 BJK: JI BO EWLEKARIYÊ EM TÊN SEKINANDIN

    Şêwirmendê Têkiliyê yê tîma Beşiktaşê Ridvan Akar li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku, ji xebatkarên BJK TV yên li stadê kar dikirin kesekî birîndar tune ye û ji bo ewlekariyê ew tên sekinandin.

    23.40 DOZGERIYÊ DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIR

    Li gorî agahiyên bidest ketie, Serdozgerê Komarî yê Stenbolê İrfan Fidan û Wekîlê Serdozgerê ji Sûcên Rêxistinkirî û yên Terorê Berpirsiyar İsmail Uçar, tevlî 3 dozgerên di çûne ciyê bûyerê û lêkolîn kirine. Serdozgeriyê derbarê teqînê de dest bi lêpirsînê kirine.

    23.37 SEROKWEZÎRÊ TIRK YILDIRIM AGAHÎ STAND

    Serokwezîrê tirk Binali Yildirim derbarê teqîna li Beşiktaşê de ji Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu û Waliyê Stenbolê agahê stand.

    23. 31 WEZÎRÊ TIRK: YÊN BIRÎNDAR POLÎS IN

    Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu got: "Tê nirxandin ku di dema bidawîhatina pêşbirka futbolê de, piştî alîgirên tîma Bursasporê belav dibin li xala ku polîsên me yên hêzên çevîk wesayiteke bi bombekirî ye."​

    23.15 Nûçegîhanê Lig TVyê di weşana zindî de diyar kir ku li derdora Suzer Plazayê ya Beşiktaşê wesayitek şewiteye û dengê çekan hatiye.

    23.10 Hate ragihandin ku Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag piştî teqînê ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve ketine rê.

    23.00 JI BURSASPORÊ DAXUYANÎ

    Tîma Bursasporê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku bi komên alîgir ên xwe re ketine têkiliyê û ti alîgirên Bursasporê yên brîndar nîne.

    22.55 BIRYARA QEDEXEYA WEŞANÊ HATE STANDIN

    Lijneya Jor a Radyo û TV ya Tirkiyê (RTUK) ragihand ku Serokwezaretê derbarê bûyerê de biryara qedexeya weşanê standiye.

    22.50 SOYLU: DIBE KU DU TEQÎN ÇÊBÛBIN

    Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê di dema hevdîtina di Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de diyar kir ku di encama teqîna li Stenbolê de nêzîkî 20 birîndar hene û dibe ku 2 teqînên cuda çêbûbin.

    22.45 Teqîn di dema weşana zindî a Beşiktaş TVyê de hate bihîstin.

    22.40 Dengê teqînê ji gelek deverên Stenbolê hate bihîstin ku Uskudar, Beylerbeyi, Nişantaşi û Kabataş jî di nav de ye.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de