17:06 24 Sibat 2018
Zindî
    Polîsên Hollandî

    Li Hollandayê gumanbarekî terorê yê bi keleş hat girtin

    © AFP 2018/ Michel van Bergen
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Roterdamê yê Hollandayê di operasyonekê gumanbarekî terorê hat girtin û hat diyar kirin ku çeka keleşê li ser wî gumanbarî derket.

    Dozgerên Hollandî daxuyand ku polîsan li ser istixbarata Almanya û Xizmetên Ewlehî yên Hollandayê (AIVD) bi ser mala wî gumanbarî de girtin û di mala wî de keleşek, fîşekên hewayî yên deryaseyî û ala DAIŞê dîtine.

    Ajansa France Pressê ragihand ku zilam 30 salî ye û alaya DAIŞê jî ji li mala wî hatiye dîtin.

    Ji aliyê din ve, serdozer diyar kir ku lêpirsîn hîn dewam dikin.

    Di 1ê Berfanberê de, Europolê ragihand ku ihtimal heye DAIŞ êrîşan li seranserê Ewropayê pêk bîne.

     

    Etîketan:
    Xizmetên Ewlehî yên Hollandayê (AIVD), gumanbar, girtin, DAIŞ, Rotterdam, Hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de