09:38 23 Hezîran 2018
Mitînga CHPê ya li meydana Taksîmê

CHP: Divê Serokomarî meqameke sembolîk be

© REUTERS / Osman Orsal
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

AKP û MHP derbarê pêşniyara destûra bingehîn de li hev kirine, lê CHP partiya opozîsyonê derheqê mijarê de pêşniyarek dî ya ji bo destûra bingehîn amade kir.

Di pêşniyarqanûna CHPyê de tê xwestin sîstema parlementer hêj zêdetir bê bi hêzkirin û serokomariya Tirk divê wek meqamek sembolîk bimîne.

Tê hêvîkirin ku Serokê Giştiyê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu pêşniyarqanûna partiya xwe di demek kurt de ragihîne raya giştî. Di pêşniyarqanûna CHPyê de tê xwestin ku Serokomariya Tirk dive wek meqameke sembolîk bê bikaranîn.

Li gorî ku Alîgirê Serokê Giştiyê CHPyê Bulent Tezcan beyanek daye Hurriyetê di pêşniyara partiya wan de pesnê sîstema parlementer tê dayîn û tê xwestin mekanîzmayên kontrolkirinê hêj zêdetir bê xurtkirin. Her wiha gelek madeyên derbarê temsîla demokratîk de cih digirin.

Pêşniyarqanûna CHPyê li ser bingeha sê xalan hatiye amadekirin. Yek parlemento û daraziyek bi hêz. Dû birêveberiyek ku derbarê birpirsiyariyê de hatiye xurkirin. Sê Serokomarî hêzek e ku yekîtiya milet û dewletê temsîl bike. Beramberî vê tê xwestin Serokomarî tenê meqameke sembolîk bimîne.

Bi heman mijarî:

AKP û MHPê li ser pêşnûmaya Destûra Bingehîn hev kir
Yildirim: Hevdîtinên destûra bingehîn yên bi MHPê re gelekî baş diçin
Civîna krîtîk a Destûra Bingehîn li Çankayayê destpê kir
Gotûbêjên destûra bingehîn yên di navbera AKPê û MHPê de qediyan
CHPê ji bo pêşnûmeya destdirêjiyê: Em ê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn
Yildirim. "Emê bi MHPê re Destûra Bingehîn biguherînin"
Etîketan:
Destûra Bingehîn, Hurriyet, Serokkomariya Tirk, CHP, Bulent Tezcan, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de