20:40 26 Gulan 2018
Dadgeh

Li Wezareta Perwerdeya Milî ya Tirkiyê 3 hezar û 592 xebatkar îadeyê wezîfeyê kirin

© Flickr /
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Li Wezareta Perwerdeya Milî ya Tirkiyê 3 hezar û 592 xebatkar îadeyê wezîfeyê kirin.

Navenda nûçeyan — 3 hezar û 592 karmendên ku bi hinceta têkiliya wan bi rêxistinê heye, ji kar hatibûn dûrxistin, dîsa vegeriyan ser kare xwe.
Li gorî agahiyên ji rayedarên wezaretê hatine bidestxistin, îro bergiriya ji kardûrxistinê ya li ser 3 hezar û 592 karmend û mamosteyên ku li gorî xala 137emîn ya Qanûna Karmendan ya bi hejmara 657an hatibû danîn, îro hate rakirin.
Karmendên ku vegeriyan ser kare xwe bi hinceta ku têkiliya wan bi rêxistinên terorî hebûn, ji kar hatibûn dûrxistin. Tedbîra ji kardûrxistinê ya li ser karmendan hate rakirin lê lêpirsînên wan hêj didomin.
Hat zanîn ku nivîsa fermî ya derheqê vegera karmendan gihiştiye saziyên têkildar.

Etîketan:
rêxistinên terorî, vegera kar, mamoste
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de