06:42 28 Gulan 2018
Girtîgeha Silivriyê

Wezareta Dadê ya Tirkiyê: Ne mimkune hejmara rojnamegerên girtî bê diyarkirin

© REUTERS / Osman Orsal
Nûçe
Lînkê kurt
0 01

Wezareta Dadê ya Tirkiyê di bersiva pêşnûmayekê derbarê hejmara rojnamegerên girtî de diyar kir ku diyarkirina vê hejmarê ne mimkun e.

Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, gulana borî pêşnûmayek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir û ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê pirsî ku hejmara rojnamegerên girtî çend in. Wezaretê piştî ku dema pêşnûmayê derbas bû bersiv da û got ku li gorî meha gulanê 3 rojnamegerên xwedî karta zer a çapemeniyê girtîne.

Nivîsa bersivê ku bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag hate pêşkêşkirin, dibêje ji ber pîşeya girtiyan ew bi awayekî tam nikarin diyar bikin, hejmara rojnamegerên girtî jî diyar nabe.

Bersiva Wezaretê wiha ye: "Herçiqas ku di forma zanyariyê ya derbarê kesên li saziyên înfazkirina ceza tên girtin de, pirsên bi rewşa perwerde û pîşe ve girêdayî hebin jî, dagirtina vê beşê ne mecbûrî ye. Herwiha rastbûna van agahiyan zehmete ji hêla wezareta me ve were lêkolînkirin." Wezaret dibêje ku dibe hin kes hebin ne rojnameger bin lê xwe weke rojnameger nîşan didin û hin kes hebin rojnameger bin lê xwe weke rojnameger nîşan nadin. Herwiha nirxandin li gorî aşkerekirina wan kesên dibêjin ez rojnameger in wê kêm û şaş be.

Bi heman mijarî:

Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
Polêsan bi ser mala rojnamevan Ragip Zarakolu de girt
CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 rojnamevan jî hatin girtin
TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
PENa Kurd: Bila her sê rojnamevan serbest bên berdan
Rojnamevan tirkî ji RTyê re got:'Alîkariya DAIŞê min bi çavê xwe dît'
Etîketan:
rojnameger, girtî, Wezareta Dadê ya Tirkiyê, HDP, Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê, Bekir Bozdag, Meral Daniş Beştaş, Edene, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de