12:10 24 Çile 2018
Zindî
    Şaredarî - kayyum - kayum

    Ji bo şaredariya Melezgîre qeyûm hate tayînkirin

    Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li şûna Hevşaredarê navçeya Melezgîr a Mûşê qaymeqam Soner Kirli weke qeyûm hate tayînkirin.

    Piştî ku Hevşaredarê navçeya Melezgîrê Halis Coşkun bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' û ‘alîkariya rêxistinê' hate girtin, li şûna wî qaymeqamê navçeyê Soner Kirli weke qeyûm hate tayînkirin.

    Walîtiya Mûşê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tayînkirina qeyûm ji raya giştî re aşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Şaredarê Melezgîrê Halis Coşkun ku hatibû girtin bi pesendkirina Wezareta Karê Hundir re, li gor 127emîn xala Destûra Bingehîn û 47emîn xala Yaseya Şaredariyê ya bi hejmara 5393 ji bo demekê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û ji hêla Walîtiya me ve Qaymeqamê Melezgîrê Soner Kirli ku weke Wekîlê Şaredar hatiye wezîfedarkirin dest bi erka xwe kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Qeyûm hatin, malper û rûpelên şaredariyan guherîn!
    Li Dîlokê ji bo Odeya Bazirganiyê qeyûm hat tayînkirin
    Ji bo şaredariya Dêrsimê qeyûm hate tayînkirin
    Li Şaredariya Sêrt û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin
    Ji bo şaredariya Gimgimê qeyûm hate tayînkirin
    Ji bo Şaredariya Şirnexê qeyûm hat tayînkirin
    Etîketan:
    Qeyûm, Qaymeqamê Melezgîrê, Walîtiya Mûşê, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, Şaredariya Melezgîrê, Soner Kirli, Halis Coşkun, Mûş, Melezgîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de