15:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Dêrsim protestoya mamosteyan

    6 hezar mamoste wê vegerin ser wezîfeya xwe

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 115 0 0

    6 hezar mamosteyên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de ji kar hatibûn dûrxistin, bi şûn de hatin standin.

    6 hezar mamosteyên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de bi derxistina Biryarnameya di Hukmê Yaseyê de (KHK) ji kar hatin avêtin, careke din vê vegerin ser wezîfeya xwe.

    Li gorî nûçeya Gazete Duvarê, Serokê Giştî yê Sendîkaya Turk Egitim Senê İsmail Koncuk diyar li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku nivîsên 6000 hezar mamosteyan dişinin walîtiyan. Lê tê famkirin ku zêdetirê wan, ew kesên ji ber beşdarbûna çalakiyê hatine avêtin in.

    Egitim-Senê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku mamosteyên endamên sendikaya wan ji bo careke hatine wezîfedarkirin.

    Parlamenterê CHPê Ceyhun İrgil jî li ser hesabê xwe ye Twitterê aşkere kur ku zêdetirî 6 hezar mamosteyên ji kar hatine dûrxistin wê vegerin wezîfeya xwe.

    Piştî ku ev agahî hatin ragihandin li Amedê ji 4 hezar û 319 mamosteyên ku hatibûn dûrxistin, 2 hezar û 253 mamoste careke din ji bo wezîfeyê hatin standin.

    Duh Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê İsmet Yilmaz li Parlamentoya Tirkiyê diyar kir ku ew ê 5 hezar mamosteyan cardin bigirin ser wezîfeyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrsîn û Edeneyê 44 mamoste ji kar hatin avêtin
    Li Amedê 11 mamoste serbest hatin berdan
    Li Stenbolê 12 mamoste hatin desteserkirin
    Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
    24 mamoste şandin dadgehê
    Li Amedê 5 mamoste û 3 xwendevan hatin desteserkirin
    Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
    Etîketan:
    mamoste, CHP, Parlamentoya Tirkiyê, Egitim-Sen, Turk Egitim-Sen, İsmet Yilmaz, Ceyhun İrgil, İsmail Koncuk, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de