04:42 26 Sibat 2018
Zindî
    Nexweşxane

    Nexweşxaneyên bajarên kurdan ji leşkeriyê re vebûn

    © Foto: DHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Nexweşxanêyên Diyarbekir, Mêrdîn û hin bajar û bajarokên din dikevin ber kontrol û parastina leşkeran.

    Bi biryara Saziya Giştî ya Karûbarên Nexweşxaneyên Tirkiyê êdî wê li gelek nexweşxaneyên li navçe û bajarên Kurdan ji aliyê leşkeran ve werin parastin.

    Piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê nexweşxaneyên leşkerî yên li seranserê Tirkiyê bi Saziya Giştî ya Karûbarên Nexweşxaneyên Tirkiyê ve hatibûn girêdan.

    Tankên artêşa Tirk
    © Foto: Sputnik / Hikmet Durgun
    NEXWEŞXANEYÊN KODA G4 Û G5

    Serokê Saziya Giştî ya Nexweşxaneyan Alper Cîhan ragihand, digel wan nexweşxaneyên bi Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê û Saziya Giştî ya Karûbarên Nexweşxaneyan ve hatine girêdan dê nexweşxaneyên bi koda G4 û G5 hatine pênasekirin jî ji aliyê leşkeran ve bên parastin.

    Nexweşxaneyên G5 wek naxweşxaneyên li cihên şer û pevçûn diqewin, yên G4 jî wekî nexweşxaneyên nêzîkî cihên şer û pevçûnan hatine destnîşan kirin.

    GUMANA ASTENGBÛNA XIZMETÊ

    Li gor vê biryara Sazîya Giştî ya Karûbarên Nexweşxaneyên Tirkiyê, dê nexweşxaneyên Diyarbekir, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Şirnex û gelek bajarên din ên ku kurd lê dijîn ji ber metirsîya şer û pevçûnan ji aliyê leşkeriyê ve bên kontrolkirin û parastin.

    Piştî ragihandina vê biryarê niştecihên gelek bajar û bajarokên kurdan guman dikin ku bi sedema hatine leşkerîyê xizmeta tedawîyê asteng bibe.

    Bi heman mijarî:

    Amed - Nexweşxane ji ber êrîşên dewletê hat girtin
    Çavuşoglu: Heke ji hêla Iraqê gef li Tirkiyê bên xwarin wê operasyon çêbibe
    Ji ber operasyonan rêya Nisêbîn û Midyadê 3 roj in girtiye
    Şirnex û Gever wek herêmên ‘xeternak' hatin ragihandin
    Balafirên şer ên tirk Herêma Zapê bombebaran kirin
    Etîketan:
    Saziya giştî ya nexweşxaneyan, Nexweşxaneyên Leşkerî, Nisêbîn, Nexwxeşxane, mêrdîn, şirnex, amed, Amed, Wezareta Tendurîstiyê ya Tirkiyê, Saziya Giştî ya Karûbarên Nexweşxaneyên Tirkiyê, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de