01:26 26 Îlon 2017
Zindî
    ‘Kurê parlamentera HDPê rastî îşkenceyê hat’

    ‘Kurê parlamentera HDPê rastî îşkenceyê hat'

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hate îdiakirin ku Muhammed Cihad, kurê parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya li qereqola polîsan rastî îşkenceyê hatiye û parsûyên wî şikestine.

    Duh komeke jinan li hemberî biryara girtina hevserok û parlamenterên HDPê li navçeya Kadikoy a Stenbolê bi beşdarbûna parlamenterên HDPê Huda Kaya û Pervin Buldan xwepêşandanek lidar xistin. Piştî xwepêşandanê polîsan mudaxele kiribû û gelek kes desteser kiribûn. Di dema mudaxeleya polîsan de polîser bi ser parlamenter Huda Kaya de meşiyabû û bi ser de qîriya bû.

    Kurê Huda Kaya, Muhammed Cihad Saatçioglu jî yek ji wan kesan bu ku hatibû desteserkirin. Li gorî nûçeya malpera diken.com ê, Muhammed Cihad Saatçioglu li Midûriyeta Emniyeta Kadikoyê rastî îşkenceyî hat û parsû û serê wî şikestin. Li ser vê rewşê polîsan ew rakirin Nexweşxaneya Numune ya Kadikoyê.

    Parêzera Saatçioğlu, Maviş Aydin diyar dike ku polîsan xwestiye bi korseye wî desteserkirî bihêlin lê doktoran destûr nedane. Saatçioglu duh bi şev li nexweşxaneyê maye û îro xwestine wî derxin pêşberî dozger. Lê parêzeran û doktoran daxwaz kirine ku wî bi ambulansê bibin. Li gorî rapora doktoran divê Saatçioglu sê hefteyan bêyî ku ji ciyê xwe rabe, bêhnvedanê bike.

    Etîketan:
    îşkence, Midûriyeta Emniyeta Kadikoyê, HDP, Maviş Aydin, Muhammed Cihad Saatçioglu, Pervin Buldan, Huda Kaya, Kadikoy, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de