08:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Ayhan Bilgen bersiva Binali Yildirim da: Bilindkirina destan weke xebata Meclîsê dibînin

    © Foto: FB
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5450

    Parlamenterê HDPê yê Qersê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen li se Twitterê bersiva Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim da ku Yildirim gotibû: "Dibêjin em nayên Meclîsê, jixwe zêde nedihatin jî".

    Bilge got: "Beyî bizanibin di çi mijarê de û bi ferman, bilindkirina dest weke xebata Meclîsê dibînin ku heke ji şopandina kar û îhaleyan fersendê bibînin û werin Civata Giştî."

    "Hûnê bibînin ku yek ji me jî bi paldankê ve ne zeliqiye. Hûnê me û kesên ji bo rant û dewlemendkirina mirovên xwe dixebitin tevlihev bikin û me bi meaş bitirsînin?"

    Piştî girtina Hevserok Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 7 parlamenteran HDP Koma Meclîsê û Lijneya Birêveberiya Navendî ya Partiyê li Amedê kom bibûn û biryar hatibû girtin ku ji xebatên Parlamenê derkevin û bi gel re bigihêjin hev.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ji min re dîktator mîktator dibêjin, qet ne xema min e
    Erdogan: Ev xwenezanan dixwazin Tirkiyeyê li qada navneteweyî têxin tengasiyê
    Ji Yildirim ji bo HDPê: Dibêjin ku nayên parlamenê, jixwe zêde nadihatin jî
    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Etîketan:
    Parlamena Tirkiyê, HDP, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Binali Yildirim, Ayhan Bilgen, Amedê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de