11:45 21 Îlon 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    PKKê li Colemêrgê êrîşî baregeha leşkerî kir: 6 leşker birîndar bûn

    © AP Photo/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 35410

    PKKê bi topên hawanê êrîş bir ser baregeha leşkarî ya di navbera navçeyên Çelê û Geverê. Di encama êrîşê de 5 leşker birîndar bûn. Di vê navberê de li heman herêmê leşkerekî pêl mayinê kir û birîndar bû.

    Di navbera navçeyên Çelê û Geverê yên Colemêrgê, li herêma Çiyayê Hisarê, leşkerên ku derketibûn operasyonê pêl mayinê kirin. Li gorî medyaya Tirkiyê, di encama teqîna mayinê de leşkerek birîndar bû. Dîsa li heman herêmê şervanên PKKê bi topên hawanê êrîş birin ser baregeha leşkerî û di encamê de 5 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkoptera leşkerî, rakirin nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê.

    Di vê navberê de li bajarokê Rûbarok a Şemzînanê ya Colemêrgê, şervanên PKKê êrîş birin ser baregehên leşkerî yên li Umurlu, Gediktepe û Kamişliyê. Di encama êrîşê de şer derket lê derbarê birîndar an jî miriyan de zanyarî nehatin bidest xistin.

    Bi heman mijarî:

    PKKê li 5 parêzgehan êrîş kir: 4 leşker hatin kuştin
    HPGê li Çelê li dijî nuqteya polîsan êrîş pêkanî
    Li Farqînê êrîş: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Şemzînanê êrîş: 10 jê leşker, 18 kesan jiyana xwe ji dest da
    PKKê li Colemêrgê êrîş kir: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    topên hawanê, êrîş, Artêşa Tirk, PKK, Rûbarok, Gever, Çelê, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de