08:35 26 Îlon 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş ji Kocaeliyê birin Edîrneyê

    Demirtaş: ‘Tenê darikeke niftikê, tenê fîndek bes e'

    © Foto: DHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 7410

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerê xwe diyar kir ku ‘divê herkes di têkoşîna demokrasiyê de li ser wezîfeya xwe be'. Yuksekdag û parlamenterên din jî peyamên xwe bi heman rêyê parve kirin.

    Hevserok û parlamenterên HDPê bi rêya parêzerên xwe peyam şandin. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha tîpa F a Edirneyê ev peyam şandiye: " Destpêkê, ez silav û hezkirinên xwe ji bo hemû dostan rê dikim. Di van rojên ku welatê me bêhtir ber bi tarîtiyê ve tê dahfkirin, girtina me ya bi awayê bêhiqûqî, tenê wê bihêle tarî bêhter tarîtir bibe. Lê kesên ku dibêjîn dibe ew me di vê tarîtiyê de teslîm bigirin, bila jibîr nekin ku tenê darikeke niftikê, tenê yek fîndek têrî ronîkirinê dike. Cî û şert û mercên ku em lê ne çawa dibin bila bibin, ji bo ku gelê me di dahatûyên azad de di nava aştiyê de bijîn, em ê di weke ronîya fîndê di şewqdayinê de berdewam bin. Divê herkes di têkoşîna demokrasiyê de liser wezîfeya xwebe, divê bi dil û can ji bo ku tariyê ji holê rake û ji bo dahatûya me ya bi ronî, bixebitin. Moralê min û tenduristiya min baş e. Tevî hezkirinan."

    YUKSEKDAG: 'EM TEKANE VEBIJARK IN'

    Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî ji Girtîgeha tîpa F ya Kocaeliyê bi rêya parêzeran got: "Digel her tişî nikarin hêviya me biqedînin û li berxwedan a me bişkînin. Li derve yan li hundir, HDP û em dîsa ji bo Tirkiyê yekane vebijarka azadî û demokrasiyê ne. Aha hemû tirsa wan ji vê ye. Bila ti kes moralê xwe xerab neke. Bila ti kes ji bîr neke ku ev nefret û êrîşkarî ji ber tirsê ye. Teqez wê hezkirin û wêrekî biserkeve. Tevî hezkirin û silavên min."

    Parlamenterên HDPê Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Birlik û Nursel Aydogan jî di heman çarçoveyê de peyam şandine.

    Bi heman mijarî:

    Girtina wekîlên HDPê li Swêdê hat şermezar kirin
    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin
    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Mele Bextiyar: Tirkiyeyê îro 40 milyon kurd zindad kirine
    Partiyên Kurdistanî li dijî girtina HDPyiyan derketin
    Demirtaş li odeya mêvanan ya girtîgehê dimîne
    Di protestoya HDPê ya li Îzmirê de 9 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    peyam, HDP, Nursel Aydoğan, Ferhat Encu, Selahattin Demirtaş, Gulser Yildirim, Figen Yuksekdag, Kocaeli, Edirne, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de