14:41 19 Îlon 2017
Zindî
    Parlamenterên HDP

    Girtina wekîlên HDPê li Swêdê hat şermezar kirin

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li Swêdê li dijî girtina hevserok û wekîlên HDPê xwepêşedanek hat lidarxistin û di xwepêşedanê de girtina wan HDPyiyan hat şermezar kirin.

    Hat ragihandin ku li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo şermezarkirina girtin a hevserok û wekîlên HDPê û axadiya Kurdistanê xwepêşedanek girseyî hat lidarxistin û di xwepêşedanê de ji hikumeta Swêdê hat xwestin ku li dijî van girtinan nerazîbûna xwe nîşan bide û piştgiriya gelê Kurd bike.

    Her wiha Hevserokê PYDê Salih Muslim û Berpirsê YNKê yê li Swêdê Semîr Emîn jî beşdarî xwepêşdanê bû.

    Li gorî agahiyên PUKMEDIAyê Nûnerê YNKê Semîr Emîn di xwepêşedanê de axaftinek pêşkeş kir û di axaftina xwe de ji hikumeta Tirkiyeyê xwest ku dev ji siyaseta dijayetiya Kurdan berde, hevserok û wekîlên HDPê serbest berde û pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin
    ENKSê bangî Tirkiye û PYDê kir: Girtiyan berdin
    Di protestoya HDPê ya li Îzmirê de 9 kes hatin desteserkirin
    Li devê Balyozxaneya Tirkiye ya li Moskovayê mitînga HDPê
    Li Rojava jî girtina hevserok û parlamenterên HDPê hat şermezarkirin
    Etîketan:
    girtina wekîlên HDPê, şermezarkirin, Nûnerê YNKê yê li Swêdê, Hevserokê PYDê, Semîr Emîn, Salih Muslim, Stockholm, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de