08:43 24 Çile 2018
Zindî
    Selaheddîn Demîrtaş

    Demirtaş peyameke niviskî da

    © Foto: AA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevserokê HDPê bi rêya parêzerên xwe re peyamek nivîskî şand û got ku ew ‘bi qonaxeke nû ya darbeya sivîl a bi pêşekiya hikûmet û Koşkê re rû bir û ne'. Demirtaş diyar kir ku ‘bi komployên erzan nikarin vîna me bişkînin.'

    Li gorî nûçeya ANFê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di peyama xwe ya nivîskî de wiha gotiye:

    "Em bi qonaxeke nû ya darbeya sivîl a bi pêşekiya Hikûmet û Qesrê re rû bi rû ne. Ez û hevalên min, li hemberî vê darbeya sivîl a bêhiqûq, li herderê û di her qonaxê de li ser piyan bisekinin. Bila bê zanîn ku em ê bi têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ya gelê me dişopîne re girêdayî bimînin. Ev rojên zordariyê wê li hemberî berxwedana me di demeke dûr an nêzîk de bidawî bibe. Kesên ku dibêjin belkî em îradeya wan bişkînin, bi van komployên erzan tenê belengaziya xwe misoger dikin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê têkoşîna me ya siyasî ya demokratîk berdewam bikin. Em ê di bangewaziya xwe ya aştiyê de berdewam bikin. Ez hezkirin û silavên xwe yên jidil ji bo hemû dostan rê dikim."

    Hevserokê HDPê bi rêya parêzerên xwe re peyamek nivîskî şand
    © Foto: ANF
    Hevserokê HDPê bi rêya parêzerên xwe re peyamek nivîskî şand

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Girtina parlamenteran û birîna înternetê me kûr xemgîn kiriye
    Karayilan: Divê dema dîrokî de wê têkoşîna me bilindtir bibe
    Kayaya HDPyî ji bo vekişîna ji Parlementoyê daxuyanî da
    'Heke ku hevserok û parlamenter bên girtin wê têkiliya kurd û tirkan qut bibe'
    Etîketan:
    peyam, HDP, ANF, hikûmeta AKPê, Selahattin Demirtaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de