20:32 27 Gulan 2018
Li Esenyurtê mudaxeleya polîsan

Fermandarê polis ferman da: ‘Bila ti kes ji bikaranîna çekan netirse'

© Foto : DHA
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê polîsan mudaxeleyî xwepêşandana protestokirina parlamenterên HDPê. Fermandarekî polîsan got: "Bila ti kes ji bikaranîna çekan netirs e."

Polîsan mudaxeleyî wê komê kir ku dixwestin li Qada Esenyurtê desteserkirina HDPiyan protesto bikin.

Komeke nêzîkî ji 100 kesan pêk dihat di saetên nîvro de li Qada Esenyurtê kom bûn. Koma ku desteserkirin protesto dikirin rastî mudaxeleya polîsan hat. Polîsan di dema mudaxeleyê de gaza îsotê û guleyên plastîk bikar anîn. Li ser mudaxeleya polîsan, ên di komê de ber bi kolanan ve reviyan.

Di vê esnayê de gotina fermandarekî polîsan a "Bila ti kes ji bikaranîna çekan netirse, hewce bike hûnê gule bera din" balê kişand.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Girtina parlamenteran û birîna înternetê me kûr xemgîn kiriye
Karayilan: Divê dema dîrokî de wê têkoşîna me bilindtir bibe
Kayaya HDPyî ji bo vekişîna ji Parlementoyê daxuyanî da
'Heke ku hevserok û parlamenter bên girtin wê têkiliya kurd û tirkan qut bibe'
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Girtina HDPiyan cihê metirsiyê ye
Etîketan:
bikaranîna çekê, polîs, HDP, Stenbol, Esenyurt
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de