03:25 26 Gulan 2018
Ofîsa NY li Cenêvê

NY: Dibe Tirkiyê asta ku tê qebûlkirin derbas bike

© AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê Ravina Shamdasani ji bo pêvajoya piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, piştî desteserkirina HDPiyan jî bibîr xist got “Dibe ku Tirkiyê asta ku tê qebûlkirin derbas bike”.

Ofîsa Mafên Mirovan a NYyê li Tirkiyê ji hewldana derbeya 15ê Tîrmehê û heta niha bi desteserkirin û jikar wezîfeyê dûrxistina zêdetirî 110 hezar kesan û îro bi desteserkirin û girtina parlamenterên HDPê re dibe ‘sînorê ku tê qebûlkirin hatibe derbasirkirin."

Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê Shamdasani li bajarê Cenêvê yê Swêdê civînek lidar xist û bibîr xist ku piştî hewldana derbeyê bi ragihandina Rewşa Awartê re hin xalên peymanên navdewletî hatine sekinandin û wiha got: "…Lê em bifikar in ku gavên rayedar diavêjin sînorê tê qebûlkirin derbas kiribin."

Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û parlamenterên HDPê di encama serdegirtina bi şev a polîsan de hatibûn desteserkirin.

Bi heman mijarî:

Kayaya HDPyî ji bo vekişîna ji Parlementoyê daxuyanî da
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Girtina HDPiyan cihê metirsiyê ye
Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike
Parlamenterê AKPê: Divê biryara girtinê neyê dayin
"DAIŞê bi ya Bexdadî kir û êrîşa Amedê pêk anî"
DYAyê ji bo Edeneyê hişyarî da
Etîketan:
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê, Ofîsa Mafên Mirovan a NYyê, HDP, Ravina Shamdasani, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Cenêv, Tirkiye, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de