08:47 28 Gulan 2018
Wesayitên Polêsan

DYAyê ji bo Edeneyê hişyarî da

© Foto : AA/ Hasan Namlı
Nûçe
Lînkê kurt
0 01

Konsolosxaneya DYA li Edeneyê, derbarê êrîşên bi bombe û çalakiyên tundiyê de welatiyên amerîkî yên li Edeneyê hişyar kir.

Konsolosiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ‘Dibe komên alîgirên tundiyê li Edeneyê ji bo êrîşî welatiyên DYAyê û biyaniyên din bikin, bikevin nava hewldanên agresif'.

Konsolosiyê hişyarî da û got ku dibe êrîş berê hatibin plankirin û dibe ku weke êrîşa çekdarî, revandin, bombekirin an jî bi şêweyî çalakiya tundiyê pêk werin. Konsolosiyê herwiha welatiyên xwe hişyar kir ku heta ji destê wan tê neçin bajarên kurdan û yên ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, lê heke ku biçin jî bibaldarî tevbigerin, ji qerebalixan, civînên siyasî û xwepêşandanan dûr bikevin.

Derdora Konsolosiya DYA li Edeneyê çend roj berê li hemberî êrîşên terorê bi blokên beton ên bilind ve hatibû girtin.

Bi heman mijarî:

DYA welatiyên xwe yên li Misrê hişyar kir
DYAyê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kir
Amerîka hemwelatiyê xwe yên li Tirkiyayê hişyar kir
Rosturîzmê turîstên rûsî yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
Parlamena Îngîltereyê, ji bo kurd û elewiyan wê Tirkiyê hişyar bike
YE di mijara 'mafên mirovan' de Tirkiye hişyar kir
Etîketan:
hişyarî, Sûriye, Tirkiye, bajarên kurdan, Konsolosiya DYA li Edeneyê, DYA, TIrkiye, Edene
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de