22:36 26 Gulan 2018
KCK

KCK:Beriya niha biryara girtinê hatibû standin

© Foto: Sosyalist Forum
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

KCKê desteserkirina Hevserokên HDPê û parlamenterên wê weke ‘gavên berdewama çewisandina têkoşîna azadiya gelê kurd' nirxand. KCKê got ku bi van desteserkirinan ‘şerê gelemperî' ketiye qonaxeke din.

Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê desteserkirina Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDPê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCKê di daxuyaniya xwe de desteserkirinan weke ‘xeleka dawî ya biryara çewisandina têkoşîna azadiya gelê kurd ya ku di 30ê Cotmeha 2014an de li Lijneya Ewlekariya Milî hatiye standin' dinirxîne. Herwiha weke ‘qonaxa nû ya êrîşên şerê gelemperî ya di 24ê Tîrmeha 2015an de daye destpêkirin' dibîne.

'DI HEVDÎTINA ERDOGAN Û BAHÇELÎ DE HATI NÎQAŞKIRIN'

KCK pêşketinên dawî herwiha di wateya ‘êrîşên li ser şikandina vîna gel' şîrove dike û îdia dike ku biryara girtinê ji zû de hatiye standin, lê tenê bende dem û şert û mercan bûn. KCK balê dikişîne ser hevdîtina duh a di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli de û dibêje yek ji mijarên li ser nîqaş kirin desteserkirina parlamenterên HDPê bû. Li gorî KCKê Erdogan di vê hevdîtinê de piştevaniyeke tam bidest xistiye û AKP û MHPê bûne yek partî.

KCK di daxuyaniyê de bang li raya giştî dike û dibêje ku ‘'êdî wateya gotinê nemaye' û dixwaze li hemberî vê pêşketinan raya giştî deng derxe.

Bi heman mijarî:

Wezareta Navxweyî: 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
Kiliçdaroglu: "Yê ku bi hilbijartine hatine divê dîsa bi hilbijartinê herin"
Etîketan:
Lijneya Ewlekariya Mili ya Tirkiyê (MGK), HDP, KCK, MHP, AKP, Devlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdogan, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de