11:56 27 Nîsan 2018
    Li Amedê polîsan derdora Şaredariya Bajarê mezin dorpêç kirine

    Li Amedê derheqê TSO, Borsa û DESOBê de lêpirsîn hate vekirin

    © Foto : Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji ber ku derbarê desteserkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin, derheqê Odeya Bazirganî û Pîşesazî, Yekîtiya Odeyên Senetkar û Esnafan û Borseya Bazirganiyê de lêpirsîn hate destpêkirin. Ji bo lêpirsînê ji Enqereyê mufetiş hate şandin.

    Qaymeqam Cumali Atilla yê ku li şûna Hevşaredar Kişanak û Anli hatibû tayînkirin vê sibê dest bi wezîfeya xwe kir
    © Foto : AA/ Süleyman Umut Gürhan
    Piştû k udi 25ê Cotmehê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di çarçoveya lêpirsînê de hatin desteserkirin, saziyên sivîl û sendîkayên li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistibûn û bûyer protesto kiribûn. Li ser vê rewşê derbarê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (TSO), Borseya Bazirganiyê û Yekîtiya Odeyên Senetkar û Esnafan (DESOB) de lêpirsîn hate destpêkirin.

    Hate zanîn ku ji ber lêpirsînê 2 mufetîş ji Wezareta Bazirganî û Gumrikê, 2 roj berê çûne Amedê û dest bi lêkolîna dokumanên her 3 saziyan kirine. Hate destnîşan kirin ku piştî lêkolîna mufetîşan wê serî li îfadeyên rêvebirên saziyan bê dayîn.

    Bi heman mijarî:

    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
    Serdozgeriya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da
    Piştî Anli û Ata Kişanak jî hat girtin
    Etîketan:
    lêpirsîn, Wezareta Bazirganî û Gumrikê ya Tirkiyê, Yekîtiya Odeyên Senetkar û Esnafan (DESOB), Borseya Bazirganiyê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (TSO), Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê, Gulten Kişanak, Firat Anli, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de