21:27 19 Tebax 2017
Zindî
    İMC TV / Banu Güven

    Koalisyona Azadiya Çapemeniyê li hember girtina medyaya kurd bertek nîşan da

    © REUTERS/ Huseyin Aldemir
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 3110

    Koalisyona Azadiya Çapemeniyê ya Navdewletî ku ji 14 saziyên mafên rojnamegeran pêk tê, girtina saziyên medyayê yên kurda û rojnameya Cumhuriyetê rexne kirin û ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza hevdîtinike lezgîn kirin.

    Koalisyonê ji Erdogan re nameyek nivîsandin û daxwaza hevdîtinike lezgîn kirin. Koalisyon balê dikişîne ser girtine 15 dezgeyên medyayê yên derbarê kurdan de weşanê dikin û vê rewşê ‘parçeyek ji kampanyeya derbarê sansurkirina kêmara kurd'an dinirxînin. Herwiha hatiye destnîşan kirin ku biryara girtina dezgehên medyayê, weke gaveke nû ya hikûmeta tirk a di nûçekirina operasyonên têkoşîna terorê yên li herêmê berdewam dikin de, hewldana kontrolkirina hemû medyayê dibinin.

    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat
    © AP Photo/ / Burhan Ozbilici, file
    'ÊRÎŞEKE MEZIN LE SER ROJNAMEGERIYÊ HEYE'

    Koalisyon di nameyê de girtin û desteserkirina bi awayekî êrîşeke mezin ya li hemberî pîşeya rojnamegeriyê û azadiya raman û çapeminiyê binav dike û balê dikişîne ser girtina rojnameya Cumhuriyetê. Di daxuyaniya Koalisyonê de hatiye bibîrxistin ku di sê mehên pêşîn ên Rewşa Awarte de 165 dezgeyên medyayê hatine girtin û 100 rojnameger û nivîskar hatine girtin, dîsa bêyî ku têkiliya gelekan ji wan bi tevgera gülen an jî bi PKKê re hebe herî kêm 140 rojnameger hatine desteserkirin.

    'DIVÊ ROJNAMEGER SERBEST BÊN BERDAN'

    Koalisyon daxwazê ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan dike ku dixwazin van mijaran rasterast bi wî re par ve bikin û di serî de Kadri Gursel û Murat Sabuncu hemû rojnameger serbest bên berdan.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan bi ser avahiya Azadiya Welat de girtin
    Xebatkarên Azadiya Welat hatin girtin
    Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
    Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
    Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê
    Malpera IMC tvyê hat estengkirin
    Etîketan:
    medya, rojnameger, Cumhuriyet, tevgera Gulen, PKK, Koalisyona Azadiya Çapemeniyê ya Navdewletî, Recep Tayyip Erdogan, Murat Sabuncu, Kadri Gursel, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de