08:01 24 Tebax 2017
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    10 meh cezayê Hevseroka HDPê Yuksekdag hate erêkirin

    © Foto: Cesim İlhan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 308 0 0

    16emîn Dadgeha Temyîzê ya Tirkiyê 10 meh cezayê girtîgehê yê Hevseroka HDPê Figen Yuksekdagê pesend kir ku bi îdiaya ‘propagandeya rêxistinê' kiriye ceza lê hatibû birîn.

    Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag ji ber beşdariya merasîma yadkirina keça bi navê Yasemin Çiftçi bibû, rastî lêpirsînê hatibû ku Çiftçi di 2012an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê Yuksekdag û 6 kesên din, bi îdiaya ku ‘propagandeya rêxistinê' kirine li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê doz hatibû vekirin û heta 5 salan cezayê girtîgehê ji wan re dihate xwestin. Yuksekdag î parastina xwe de gotibû ku ‘Ji ber nasnameya sosyalîst a Yasemin Çiftçi, ji bo armancên însanî û manewî' beşdarî merasîmê bûye.

    'DIVÊ 7 MEH Û NÎVAN BIKEVE GIRTÎGEHÊ'

    Dadgehê piştî dadgehkirinê ji bo Yuksekdag, Sabahattin Pişkinbaş, Dilek Keskin, Soner Geçgel, Hasan Kose, Meriç Solmaz û Murat Akinci bi îdiaya ‘propagandeya rêxistinê' kirine 10 meh cezayê girtîgehê da. 16emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Temyîzê biryara dadgeha Edeneyê erê kir.

    Parêzera Yuksekdag Sevil Araci Bek wiha axivî: "Dadgeha Temyîzê ceza erê kir lê biryar hîna nehatiye dadgeha herêmî. Piştî ku biryar bigihêje dadgehê wê ji dozger re nivîsî binivîsîne ku tiştê hewce bike. Di rewşa asayî de ji bo cezayê 10 mehan girtin nîne, lê ji ber ji sûcê terorê ceza hatiye dayin, 7 meh û 5 cezayê girtinê heye."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Yuksekdagê biryar hat dayîn ku wê bi darê zorê bînin dadgehê
    Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag dozeke din hate vekirin
    Polêsan êrişî Yuksekdag û şêwirmendê wê kirin!
    Derbarê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn
    Etîketan:
    cezayê girtîgehê, 16emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Temyîzê, 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê, HDP, Yasemin Çiftçi, Sevil Araci Bek, Hasan Kose, Soner Geçgel, Dilek Keskin, Sabahattin Pişkinbaş, Figen Yuksekdag, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de