03:47 21 Tebax 2017
Zindî
    Kerkûk

    Li Hewîceyî di encama teqînê de 20 sivîl mirin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 345 0 0

    Welatiyên ji herêmên di bin kontrola DAIŞe de reviyan, ji ber destûra wan a ketina Kerkûkê nehate dayin vegeriyan Hewîceyê û bombe bi wan de teqiya. Di encama teqînê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî nûçeya Rojnewsê, Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê Serhet Qadir diyar kiriye ku, 70 gundiyên ji gundê Miryem Begê xwestin birevin gundê Mela Ebdullah ê Kerkûkê. Lê ev kes ji aliye Meclîsa bajar a Kerkûkê ve hatine astengkirin û destûra ketina bajar ji bo wan nehatiya dayin.

    Piştî ku gundî hatin astengkirin, neçar man ku vegerin Hewîceyê û di rê de bombe bi wan de teqiyaye. Di encama teqînê de 20 kes mirine, 17 kes jî birîndar bûne.

    Serhet Qadir aşkere kiriye ku kesên birîndar rakirine nexweşxaneya bajarokê Riyazê ya ku di bin deste DAIŞê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên êrîşa DAIŞê ya li Kerkûkê hatin weşandin
    Pêşmergeyên li Kerkûkê birîndar bûn, rakirin Elezîzê
    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
    Kurxalê Seddam jî li Kerkûkê hat girtin
    Li Kerkûkê êrişa xwekujî pêk hat
    Etîketan:
    mirin, teqîn, DAIŞ, Rojnews, Serhet Qadir, Riyaz, Gundê Miryem Beg, Gundê Mela Ebdullah, Hewîce, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de