01:26 20 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Turk

    Turk: ‘AKP wê di polîtîkaya şer de bi israr be'

    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 4510

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ji bo tayînkirina qeyûman got ku AKP niha bi armanca bi temamî tunekirina siyasete êrîşî ser tevgera siyasî ya kurd dike. Li gorî nêrîna Turk AKP wê di polîtîkaya şer de bi israr be.

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji ANFê re axivî û derbarê tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nirxand. Turk îdia kir ku AKP dixwaze siyaset û partiyên kurdan bi awayekî fiîlî bide xelaskirin û destnîşan kir ku ‘çawa stuwê xwe li hemberî derbeya Meclîsê ya di salên 1990an de xwar nekirine, li hemberî vê derbeyê jî stuwê xwe xwar nakin.

    Ahmet Turk girtina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat anli û tayînkirina qeyûm weke nenaskirina îradeya gelê kurd dinirxîne û vê jî bi têkçûna AKPê ya li hundir û derve ya li hemberî gelê kurd ve girê dide. Li gorî nêrîna Turk wê AKP di polîtîkayên şer û tunekirinê de bi israr be û wê ev pêvajo bi xwe re êrîşên mezintir bixwe re bîne. Turk dibêje ku ew ê jî li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê qeyûm dest bi kar kir
    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
    Etîketan:
    ANF, AKP, HDP, Gultan Kişanak, Firat Anli, Ahmet Turk, Amed, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de