20:17 17 Tebax 2017
Zindî
    Qaymeqam Cumali Atilla yê ku li şûna Hevşaredar Kişanak û Anli hatibû tayînkirin vê sibê dest bi wezîfeya xwe kir

    Li Amedê qeyûm dest bi kar kir

    © Foto: AA/ Süleyman Umut Gürhan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Qaymeqam Cumali Atilla yê ku li şûna Hevşaredar Kişanak û Anli hatibû tayînkirin vê sibê dest bi wezîfeya xwe kir. Beriya ku Atilla biçe şaredariyê, hemû xebatkarên şaredariyê hatin derxistin û polîsan di nava şaredariyê de geriyan.

    Piştî ku Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, di çarçoveya Biryarnameya Di Hikmê Yaseyê de (KHK) Qaymeqamê Etîmesgutê Cumali Atilla li şûna Gultan Kişanakê weke qeyûm tayîn kir, Atilla vê sibê çû avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

    Beriya ku Atilla biçe avahiyê polîsan parlamenterên HDPê, endamên meclûsa şaredariyê û xebatkarên şarederiyê, bi hinceta lêgerînê, ji avahiyê derxistin. Di vê esnayê de endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê ev rewş bi slogan û çepikan protesto kirin. Piştî derxistina van kesan, Cumali Atilla hate avahiyê û derbasî odeya Hevşaredaran bû.

    Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku gelek polîs ketine nava avahiyê û avahî bûye mîna qereqolê.

    Di vê navberê de piştî ku qeyûm ji bo şaredariyê hate tayînkiri, malpera şaredariyê jî hate girtin. Kesên ku dixwazin bikevin malberê nivîsa ‘Di qonaxa kontrolkirinê de ye. Malpera me dê di demeke herî kurt de dest bi weşanê bike' re tê pêşberî wan.

    Bi heman mijarî:

    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
    Etîketan:
    Biryarnameya Di Hikmê Yaseyê de (KHK), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, HDP, Cumali Atilla, Feleknas Uca, Gultan Kişanak, Firat Anli, Etimesgut, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de