21:21 18 Sibat 2018
Zindî
    Hillary Clinton

    Ciwanê reşik ê ku îdia dike ew kurê Bill Clinton e: Hillary dêmariya min e

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ciwanekî reşik ê bi navê Danney Williams îdia dike ku ew kurê serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton e û dixwaze testa DNAyê were kirin.

    Li Amerîkayê ji hilbijartinên serokatiyê re hefteyek ma û di pêvajoyê de ciwanekî reşik ê bi navê Danney Williams îdia kir ku ew ji aliyê dêmariyê ve kurê Hillary Clinton e û li Qulûba Çapemenî ya Netewî civîna çapemeniyê lidarxist.

    Williams ê ku xwe bi gotinên "Ez kurê Bill Clinton in. Hillary ji aliyê dêmariyê ve dayika min e û Chelsea xwûşka min e" da nasîn û ji bo îspatkirina îdiayan daxwaza testa DNAyê kir.

    Ciwanê ku li eyaleta Arkansas a Amerîkayê dijî diyar kir ku ev îdiaya wî ne nû ye û ew ji sala 1990î û vir ve ji bo îspatkirina van hewl dide.

    Wî ciwanî îdia kir ku ew kurê Bill Clinton e û wî dayika xwe ya girêdayî madeyên kêfder di biçûktiya xwe de wenda kir û xwest ku malbata Clintonê bi wî re têkiliyê deyne.

    'BI SEROKATIYÊ RE NE TÊKILDAR E'

    Ciwanê reşik ji bo pirsa "ji aliyê namzeta Komarparêzan Donald Trump ve tê fînanse kirin an na' bertek nîşan da û got, mesrefên parêzer jî di nav de hemû pêdiviyên xwe ez bi xwe dibînim û têkoşîna min bi hilbijrtinên serokatiyê tune ye.

     

    Etîketan:
    dêmariyê, ciwanê reşik, îdia, Serokê berê yê Amerîkayê, Danney Williams, Hillary Clinton, Donald Trump, Bill Clinton, Eyaleta Arkansasê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de