06:10 22 Sibat 2018
Zindî
    Dadgeha Bilind a Tirkiyê

    Baroya Amedê ji bo qutkirina internetê serî li Dadgeha Bilind da

    AA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Baroya Amedê bi hinceta ku mafê azadiya ramanê binpê dike, ji bo qutkirina internetê, a li bajarên kurdan, serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê da.

    Baroya Amedê aşkere kir ku ji bo qutkirina internete ya li bajarên kurdan bi hinceta bandoreke neyênî li ser jiyanê dike, sere li Dadgeha Bilind a Tirkiyê da. Baroyê serlêdana xwe bi daxuyaniyê ji raya giştî re aşkere kir. Di daxuyaniya Baroyê de hatiye gotin ku ji ber qutbûna înternetê mafê ramanê hatiye binpêkirin.

    Daxuyaniya Baroyê balê dikişîne ser qutkirina internetê ya di navbera 26ê Cotmehê û 31ê Cotmehê de li Amedê û hin bajarên din ên kurdan û wiha tê gotin ku qutkirina internetê ne ji ber arîzeyeke teknîkî lê di encama mudaxeleyeke dewletê de pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji ber qutkirina internetê giliyê rayedar û şîrketan kir
    Ji Kurtulmuş hat pirsîn: Ji ber desteserkirina Kişanakê înternetê hat qutkirin?
    Etîketan:
    internet, Dadgeha Bilind a Tirkiyê, Baroya Amedê, Bajarên Kurdan, Amed, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de