17:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Polîsan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin

    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da

    © Sputnik/ O. Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ahyan Bilgen li hember tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bertek nîşan da.

    Piştî ku hate diyarkirin Qeymeqamê navçeya Etimesgut ê Enqereyê Cumali Atilla weke qayyûm li şûna Gultan Kişanak, weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye tayinkirin, berdevkê HDPê û parlamenter Ayhan Bilgen li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşan da.

    Bilgen di Twitterê de gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a ku digot ‘Mûsil a mûsiliyan e' bibîr xist û got:"Bila helebî Helebê birêve bibin, mûsilî Mûsilê birêve bibin lê qeymeqamê Etimesgutê Amedê birêve bibe."

    Bilgen herwiha destnîşan kir ku "Tayînkirina qeyûm ji bo Amedê, vizyona wan a demokrasiyê û a îradeya gel derdixe holê. Erdogan di hilbijartinê de Amed gelekî dixwest."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
    Qeyûm li Cizîrê ala tirk li ser dikandaran ferz kiriye
    ‘’Ji 60 şaredariyên DBPê re qeyûm!’’
    Hikumeta Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Hênê jî kir
    Li Rihayê ji bo 3 şaredariyên din jî qeyûm hatin tayinkirin
    Etîketan:
    Qeyûm, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, HDP, Recep Tayyip Erdogan, Gultan Kişanak, Ayhan Bilgen, Cumali Atilla, Enqere, Etimesgut, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de