17:47 21 Sibat 2018
Zindî
    Li Amedê polîsan derdora Şaredariya Bajarê mezin dorpêç kirine

    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Kişanak û Anli hatin girtin, wê Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê qeyûm ji bo şaredariyê tayîn bike.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), piştî desteserkirin û girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, ji bo tayînkirina qeyûm dest bi xebatê kir. Li gorî heman nûçeyê kesê wê bê tayînkirin ne ji derve be û wê wezîfedarekî dewletê be û wê tayînkirin di çarçoveya Biryarnemaye di Hikmê Yaseyê de (KHK) ya beriya niha hatibû derxistin, di demeke kurt de bê çêkirin.

    Di vê çarçoveyê de çavlirêye ku alîkarekî walî yan jî qeymeqamekî navçeyên Amedê weke qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê were tayînkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serdozgeriya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da
    Hevşaredarê Amedê Anli hat girtin, jêpirsîna Kişanak jî dewam dike
    Kişanak û Anli sewqî dadgehê hatin kirin
    NY ji ber desteserkirina Kişanak û Anli ‘metirsîdar e'
    Jinan desteserkirina Kişanak û Anli protesto kirin
    Wezîrê Bazirganiyê derbarê Kişanak û Anli de axivî
    Etîketan:
    Qeyûm, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê de (KHK), Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, DHA, Firat Anli, Gultan Kişanak, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de