19:59 18 Hezîran 2018
HDP

Demirtaş û Yuksekdag peyam ji bo salvegera Kobanê dan

© Foto : Cesîm Îlhan
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, di peyama xwe ya ji bo duyemîn Salvegera Roja Kobanê de gotin ku ‘Bajar û gelê Kobanê bûye sembola her cure berxwedana li hemberî faşîzmê'.

Demirtaş û Yuksekdag bi mebesta ‘1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê' peyamek nivîskî weşandin. Hevserokên HDPê di peyama xwe de gotin ku ew ‘Di duyemîn salvegera têkoşîna dîrokî ya li hemberî DAIŞê de, di serî de têkoşerên jin, berxwedana xurt a gelê Kobanê bi rûmet' silav dikin. Demirtaş û Yuksekdag balkişandin ser gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku du sal berê gotibû ‘Kobanê li ber ketinê ye' û wiha hate destnîşankirin: "Gel û bajarê Kobanê bû sembola bi heybet a berxwedana li dijî faşîzmê. Ev yek hêvî û ruhê têkoşînê dide hemû gelan."

Hevserakon HDPê behsa pêşketinên çêdibin dikin û wiha dinirxînin: "Rojên ku em tê de derbas dibin yên wisa ne ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê li erdnîgariya me dema herî kaotîk û bixwîn e. Em di wê baweriyê de ne ku di vê di van rojan de, careke din têkoşîna mezin a gelê Kobanê li hemberî dijminê mirovatiyê DAIŞê dikir û rizgarkirina bajar werin bibîr anîn. Berxwedana Kobanê mînaka herî berbiçav e, ku nîşan dide yên jê re digotin têk naçe, tirsa ku hovîtî û faşîzmê berdaye nava dilan, bi berxwedan û têkoşîneke xurt dikare ji holê were rakirin. Vê berxwedana dîrokî di wijdanê raya giştî ya cîhanê de bi rengekî mayînde cih girt û ji bo rizgarkirina bajêr piştevaniyeke navneteweyî hat nîşandan. Ev yek gerdûnîbûyîna têkoşîna ji bo nirxên azadî û demokrasiyê tê meşandin, radixe pêş çavan. Em pê bawer in, gelên bi wêrekî û bawerî xwedî li azadî û demokrasiyê derdikevin, mîna li Kobanê wê li her devera cîhanê bi ser bikevin. Lewma, hem li welatê me hem jî li gelemperiya erdnîgariya Rojhliata Navîn, hemû rêveberiyên faşîst û otorîter û komên mîna DAIŞ, El Nûsra û Erar'uş Şam, bi têkoşîneke Kurd dikarin ji nav werin birin."

Bi heman mijarî:

Mcgurk: Kurd li Kobaniyê bûn yek, piştî wê dîsa...
Ji bo gelê Kobaniyê xizmetek nû
Serokwezîrê Kobaniyê: "Bila Tirkiye li Kobaniyê dîwar çêneke"
Nûnerê Taybet yê Obama dîsa çû Kobaniyê
Tankên Artêşa tirk ketin Kobaniyê
Etîketan:
'1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê', Ehrar uş-Şam, El Nusra, DAIŞ, HDP, Recep tayyip Erdogan, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Tirkiyê, Rojhilata Navîn, Rojava, Kobanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de