15:50 24 Hezîran 2018
Fêkî

Ûkraynayê 29 ton mandalîna şûnde vegerandin Tirkiyeyê

© Foto : AA/ Derviş ÇÖMEZ
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Ûkraynayê bi hinceta ku ji bo tenduristiyê zirar e, destûr neda ku 29 ton mandalînayên ji Tirkiyeyê hatibûn kirîn, derbasî welatê wan be.

Berdevkiya Çapemenî ya Serwîsa Ewlehiya Xwarin û Parastina Serfkarên a Ûkraynayê daxuyand ku 29 ton mandalînayên ku ji Tirkiyeyê hatibûn Bendera Odessayê hatin kontrol kirin û hat diyar kirin di wê kontrolê de di wan fêkiyan de mêşa Behra Spî hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Di kontrola 29 ton mandalînayên ku ji Tirkiyeyê anîn Bendera Odessayê de mêşa Behra Spî ya ku li Ûkraynayê tune ye, hat dîtin. Serwîsa Ewlehiya Xwarin û Parastina Serfkarên a Ûkraynayê ji bo tiştên wisa dubare neke ew barê ku daxwazên Ûkraynayê bicih nayîne, şûnde hat şandin û û di vê mijarê de Tirkiye hat hişyar kirin."

Bi heman mijarî:

Balyozê Ûkraynayê nameya xwe ya pêbaweriyê pêşkeşî Erdogan kir
Novak: Me Herka Tirk bi peymana li gel Ûkraynayê senkironîze kir
Tirkiye û Ûkraynayê di qada parastinê de ev cara yekem e peymanê îmze dikin
Rûsyayê nota ji bo “êrîşa li balyozxane”ya xwe da Ûkraynayê
Etîketan:
mêşa Behra Spî, vegerandin, mandalîna, Berdevkiya Çapemenî ya Serwîsa Ewlehiya Xwarin û Parastina Serfkarên a Ûkraynayê, Odessa, Tirkiye, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de