18:30 25 Sibat 2018
Zindî
    Rêxistina Hevkariya Îslamê

    Sekreterê RHÎyê dev ji peywirê berda

    © AFP 2018/ Ozan Köse
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkarî ya Îslamê (RHÎ) Iyad Medenî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dev ji peywira xwe berda.

    Ajansa Nûçeyan a Îslama Navneteweyî (IINA) ya girêdayî RHÎyê daxuyand ku Medenî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dev ji peywira xwe berda û da zanîn Erebîstana Siûdî li şûna Medenî Wezîrê berê yê Karên Civakî Yûsif Ehmed el Ûseymîn namzet nîşan daye.

    'BI HENEKA XWE YA SÎSÎ KETIBÛ ROJEVÊ'

    Medenî di 31ê Rêbendana 2014a de bû Sekreterê Giştî yê RHÎyê û herî dawiyê li Tûnisê di Yekemîn Konferansa Wezîrên Perwerdehî ya ISESCOyê de henek bi Serokomarê Misirê Abdulfetah El Sîsî kiribû û jê re gotibû "El-Baci Qaîd es-Sisi… Bibexşînin, ev şaşiyek e mezin bû. Birêz Serok, ez bawer dikim ku di sarrinca we de hîn zêde av heye." Medenî piştî vê heneka xwe ketibû rojevê.

    Serokomarê Misirê Sîsî li Şarm El Şêxê di Yekemîn Konferansa Ciwanan a Neteweyî de ji bo ciwanan gotibû "Ez yekî ji w eme. Xwedê şahid e, bi qasî 10 salan di sarinca min de tenê av hebû lê ji vê rewşa xwe giliyê xwe bi tu kesî nekir."

    Etîketan:
    dev jê berdan, peywir, Serokomarê Misirê, Sekreterê Giştî yê RHIyê, Abdulfetah El Sîsî, Iyad Medenî, Tûnis, Erebîstana Siûdî, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de