08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Suriye Devlet Başkanı Beşar Esad'ın danışmanı Buseyna Şaban  Tamamını oku: http://tr.sputniknews.com/ortadogu/20151001/1018081793.html#ixzz3nJCq8yS8

    Şêwirmenda Esad: Em amade ne bi mixalefetê re hevdîtinan bikin

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Buseyna Şaban a Şêwirmedna Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad got rêveberiya Şamê amade ye ku bi mixalefetê re ji nû ve dest bi hevdîtinan bike.

    Şaban ji bo televîzyona Rossiya 24ê axivî û derbirî ku ger ku NY û mixalefet amade be, ew amade ne ji nû ve li ser maseya mizakereyê rûnin.

    Şaban anî ziman kul i Sûriyeyê di warê pêkanîna agirbest a neteweyî de pêşketin çêbûye û got, "Rêveberiya Sûriyeyê, di nava gelê xwe de di mijara agirbestê de serkeftinên girîng bidest xistin. Gelek kes çekan ber didin û ji bo ku welatê me ji nû ve zindî bikin, bi hikumetê re dibin yek."

    ‘PLANSAZIYA MARSHALL A KU PÛTÎN PÊŞNIYAR KIR, YEKANE RIYA ÇARESERIYÊ YE'

    Şaban dest nîşan kir ku ew piştgiriyê didin Plansaziya Marshallê ya ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Qulûba Valdayê pêşniyar kiribû. Şaban derbirî ku ev plansazî yekane riyek e ku wê Sûriyeyê rizgar bike û ji nû ve zindî bike.

    ‘TÊKILIYA RÛSYA Û SÛRIYEYÊ BI ÊRÎŞA LI DIJÎ DIBISTANA LI IDLIBÊ TUNE YE'

    Ji aliyê din ve Şaban anî ziman ku têkiliya Rûsya û Sûriyeyê bi êrîşa li dijî dibistana li bajarê Idlibê re tune ye. Şaban got, "Rûsya bi NY da zanîn ku divê lêpirsîn were kirin û rastî were derxistin. Lê Amerîkayê heta niha tu lêpirsîn nekiriye. Ji ber ku dizanin kê êrîşê dibistanê kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Namzetê serokomariya Fransayê Poisson: Divê em li gel Rûsyayê piştgiriya Esad bikin
    Şêwirmenda Esad: Li ber qeyrana Sûriyeyê astengiyek jî çapemeniya welatên Rojava ye
    Berjewendiyên Tirkiyeyê û Esad di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê de yekin
    "Li Kongreya Amerîkayê pêşniyara kuştina Esad hat kirin"
    Peskov: Ji bo Sûriye nekeve destên cîhadîstan, divê Esad li desthilatê bimîne
    Etîketan:
    amadebûn, muxalefet, hevdîtin, televîzyona Rossiyayê, NY, Serokdewletê Rûsyayê, Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê, Vladîmîr Pûtîn, Beşar Esad, Buseyna Şaban, Idlib, Amerîka, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de