12:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    Ji bo Hevseroka HDPê qedexeya derketina ji derveyî Tirkiye

    © Foto: Cesim İlhan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1401

    5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, bi îdiaya ‘gumana revê' derbarê Hevseroka HDPê Yuksekdag de biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyê stand.

    Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, derbarê Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag de biryara kontrola edlî û qedexeya derketina ji derveyî Tirkiye stand.

    JI BER DAXUYANIYA DERBARÊ KOBANÊ DE

    Yuksekdag dema şerê li hemberî DAIŞê li Kobarê dihate kirin li ser sînorê Pirsûsê di xwepêşandanê de axivî bû û gotibû ku "Em pişta xwe didin Rojavayê, Kobanêyê, kesên têkoşînê li hemberî wan çeteyên tarî didin, YPGê, YPJê û PYDê. Em ti tiştekî şaş di gotina vî tiştî de nabînin."

    Derbarê Yuksekag de li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê doz hatibû vekirin. Di doza 5ê Cotmehê de dadgehkirin bêyî beşdarbûna Yuksekdagê çêbibû û biryar hatibû girtin ku Yuksekdag ‘bi darê zorê bînin dadgehê' û doz ji bo 16ê Mijdarê hatibû paşdexistin.

    Beriya dozê derbarê Yuksekdag de biryara kontrola edlî û qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyê hate standin. Dadgehê biryar li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî stand û di hinceta vê biryarê de hatiye gotin ku ‘Gumana sûc a xurt', û ‘gumana mezin li ser bersûc a revê' heye.

    Bi heman mijarî:

    Derbarê Demirtaş de lêpirsîn hate vekirin
    Di derbarê parlamenterên HDPê de lêpirsîn
    Derheqê Demîrtaş 2 cara muebet û 486 sal ceza tê xwestin
    Derheqê parlamenterên ku tevlî merasîma cenaze bibûn lêpirsîn hat vekirin
    Lêpirsîn bo Newroza Amedê
    Etîketan:
    5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, Rojnameya Evrenselê, YPJ, YPG, HDP, PYD, DAIŞ, Figen Yuksekdag, Riha, Pirsûs, Tirkiye, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de