01:24 26 Îlon 2017
Zindî
    Internet

    HDPê ji ber qutkirina internetê giliyê rayedar û şîrketan kir

    © Flickr/ Alejandro Juárez
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1210

    HDPê ji ber ku piştî desteserkirina Gultan Kişanak û Firat Anli, li bajarên kurdan internet tê qutkirin, derbarπe saziyên dewletê û şîrketên internetê yên taybet serî li dozgeriyê da.

    HDPê giliyê saziyên dewletê û şîrketên internetê li ser navê Partiyê û li ser navê Hevserokên Partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag kir. HDPê giliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê, Yekîtiya Dabînkirina Gihîştinê, Turk Telekom, Turksat Uydu Komunîkasyon, Vodavone Telekomunîkasyon, Turkcell Superonline, D-Smart, Turkcell İletişim Hizmetleri, Doping Internet, Turknet İletişim Hizmetleri û yê Digiturk Internetê hate kirin.

    ‘JI BO KU GEL NEYÊ BA HEV'

    HDPê diyar kiriye ku ji 26ê Cotmeha 2016an û şûn ve bi taybetî di saetên bi roj de li Amed, Erzerom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlik, Erzingan, Dêrsim, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Wan, Riha, Kilîs û Adiyaman jî di nav de li gelek bajaran him xetên sabît û him jî yên mobilê internet tê astengkirin û hatiye gotin ku ev sazî sûcên ‘Astengkirina Ragihandinê', ‘Cudakarî' û ‘Bikaranîna Wezîfeyê bi awayekî nebaş' dikin.

    HDP destnîşan dike ku piştî desteserkirina Kişanak û Anli qutkirina internetê destpêkirine û ev bi wê armancê tê kirin ku, ji bo gel neyê ba hev.

    HDP dibêje ku ji ber li ciyên internet tê qutkirin bêhtir kurd dijîn, sûcê ‘cudakariyê' tê kirin û tê xwestin ku derbarê van saziyan de doza civakê were vekirin.

    DI ROJA ÇARAN DE YE

    Li bajarên kurdan bandora qutkirina internetê li 6 milyon welatiyan dike ku di rojan çaran de ye. Ji ber van qutkirinên li ji sedî 8ê Tirkiyê pêk tê ne tenê bikarhênerên şexsî, bandora neyênî li ser banke û kargehan jî çêdibe.

    Bi heman mijarî:

    Li gelek bajarên kurdan înternet qut bûye
    Licî û Hênî bê înternet û telefon in
    Ji Kurtulmuş hat pirsîn: Ji ber desteserkirina Kişanakê înternetê hat qutkirin?
    Etîketan:
    internet, Turk Telekom, Yekîtiya Dabînkirina Gihîştinê, Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê, HDP, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Firat Anli, Erzingan, Qers, Erzerom, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de