08:24 26 Îlon 2017
Zindî
    Selahettin Demirtaş

    Demirtaş: Kurd, demeke dirêje ku ji AKPê û peykên Komarê qut bûne

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 3101

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li ser pirsa ku gelê vegera pêvajoya çareseriyê mimkun e yan na got: "Erdogan serokomarekî wisa ye ku dikare ji bo desthilatdariya xwe, agir bera nav Tirkiyê bide." Demirtaş herwiha diyar kir ku 'kurd, demeke dirêje ji AKPê ê û peykên Komarê qut bûne'.

    Hevserokê HDPê Selahttin Demirtaş roportaj da beşa tirkî ya DW yê û di serî de desteserkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, derbarê pêşketinên demên dawî de nirxandin kir.

    Derbarê we de ji ber axavtina we ya li Amedê lêpirsîn dane destpêkirin. Li gorî nêrîna we wê ev lêpirsîn bi çi awayî bi encam bibe?

    Ev 103emîn lêpirsîn e ku derbarê min de hatiye vekirin. Lewre hemû dozger, dadger niha di bin fişara siyasî ya AKPê de dixebitin, beşek jî di bin fermanên siyasî yên wan de wezîfeyê dikin, ne mimkûn e ku em li bendebin ev doz bi awayekî adilane bi encam bibin. Li gorî pêşketinên siyasî wê rewşa van lêpisrînan biguhere.

    Ji ber we got ku li Amedê êdî hilbijartina pêşwext nîne, wê berxwedan hebe derbarê we de lêpirsîn hate vekirin. Bi berwedanê armanca we çiye?

    Di daxuyaniya xwe de min bi kitekit diyar kir. Mafê civînê, mafê xwepêşananê, min bangewazî kir ku beyî tundiyê, herkes bêyî were provokasyonê, divê pêkanînên hikûmetî protesto bikin. Ev bangewaziya xwepêşandaneke wisa ye ku gelekî destûriye. Armanca me ji berxwedanê, serînetewandin û bêdengnemana li hemberî polîtîkayên neheq û zordariyê yên hikûmetê ne.

    ‘EZ JÎ DAXUYANIYA XWESERIYÊ DIKIM'

    Hûn desteserkirina Gultan Kişanak û Firat Anli ya di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCKê de çawa dinirxînin?

    Ji ber ku hikûmet nikare di sendoqê de şaredariya Amedê bidest bixe, dixwaze bi rêya diziyê û xespê bidest bixe. Ev ji bilî vî tiştî ne tiştekî din e. Eleqeya yek sûcdariya derbarê şaredarên me de bi terorê re, bi rêxistina terorê re nîne. Ew hevalên me yên wisa ne ku her daim ji bo aştiyê dixebitîn. Ez hêvî dikim ku di demeke kurt de serbest bên berdan. Jixwe heke dadgehkirineke dadwer heba, divê nehatana desteserkirin. Rewşa tirsnak a dadê ya li Tirkiyê herî zêde me tirsnak dike.

    Di biryara dozgeriyê ya desteserkirinê de daxuyaniya xweseriyê ya di Kongreya Civaka Demokratîk de hatiye dayin û terxankirina wesayita cenaze ya şaredariyê, ji bo endamekî PKKê weke hincet hatiye diyar kirin. Hûn ji bo vê hincetê çi difikirin?

    Rast e, Gultan Xan di Kongreya Civaka Demokratîk de axavtinek kir. Derbarê xweseriyê ya pêşniyara fermî ya partiya me de daxuyanî da. Ez jî dikim, hemû partiyiyên me jî dikin. Çawa ku AKP û Tayyip Erdogan sîstema serokatiyî diparêzin, em jî sîstema xweseriyê diparêzin. Di vê de ti sûc nîne, nabe jî. Derbarê Firat Anli jî, ew wesayita cenaze ya ku tê gotin şaredariyê ji bo endamên rêxistina terorê terxan kiriye, wesayitên cenazeyê ne ku ji bo mirovên zarokên xwe di pevçûnan de winda kirine tên terxankirin. Di vir de tiştekî jisa tine ku ji bo endamên rêxistina terorê tê wesayit tê terxankirin. Li dij wê, ji bo xizmetkirina gel, şaredariyê xizmeta ku divê bikira, bicî aniye. Ji bo cenazeyan, malbatan xizmet pêşkêş kiriye. Ev jî weke piştgiriya ji rêxistina terorê re hate nîşandan.

    ‘KURD DEMEKE DIRÊJ E JI DESTHILATDARIYA AKPÊ Û JI PÊKANÎNÊN FERMÎ QUT BÛNE'

    Hûn wan nûçeyan çawa dinirxînin ku dibêjin wê qeyûm tayîn bikir ji bo Şaredariya Amedê?

    Jiber ku hikûmetê ji bo gelek şaredariyan qeyûm tayîn kiriye, niha bi rêya derbeyê dest daniye ser vîna gel. Heke ku qeyûm ji bo Amedê û bajarên din qeyûm bê tayînkirin, hikûmet wê di hilbijartina ewil de fatoreya kevneşopiya derbekar gelekî giran bide. Ya ji vê jî girîngtir, kurd ji xwe demeke dirêj e ji desthilatdariya AKPê û pêkanînên fermî yên Komara Tirkiyê qût bûne. Ev pêkanîn tenê vî tiştî xurtir bikin.

    'TÊKILIYA DINYA Û KURDAN HEMA HEMA BI TEMAMÎ HATIY BLOKEKIRIN'

    Di çarçoveya lêpirsîna piştî hewldana derbeyê de gelek saziyên medyayê yên ji herêmê nûçe radigihandin, yên bi kurdî weşan dikirin hatin girtin. Weke partiyeke siyasî ya muxalefetê hûn dikarin dengê xwe bigihînin?

    Na. Niha ciyê ku ez lê me, sê roj in internet nîne. Li Amedê û gelek bajarên kurdan internet nîne. İnternetê bi temamî qut dikin. Hemû kanalên televizyanê hatin girtin. Têkiliya dinya û kurdan hema hema bi temamî hatiye blokekirin, hatiye astengkirin. Hikûmet bi temamî tarîkirinê dike li hemberî bajarên kurdan û gelê kurd. Lê digel her tiştan, em bi derfetên biçûk ên di destên me de hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Lê em di dîrokê de bi sansur û ambargoya çapemeniyê ya herî mezin rûbirû ne.

    Hûn li hemberî siyasetê bêbawer dibin?

    Em zanebûna zehmetiyên siyasetê, ketin nav. Em dizanin rê girtîne, em dizanin rêyên siyasetê bi kelem in. Em dizanin divê bedelên giran bên dayin. Lê dema em derketin rê, jixwe pêvajoyeke asanî ne li ber me bû. Ji bo derbaskirina zehmetiyan em siyasetê dikin. Dema em bi zehmetiyan re rûbirû dimînin heke em baweriya xwe ji siyasetê bibirin, em ê teslîmî tundiyê bibin. Em digel her tiştî di mijara siyaseta demokratîk bihêvî ne

    ‘JI BO PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DIVÊ YA NAVBEYNKAR AN JÎ HÊZEKE ÇAVDÊR DI DEWREYÊ DE BE'

    Di çarçoveya van pêşketinan de dibe ku vegerek ber bi pêvajoya çareseriyê de çêbibe?

    Erdogan serokomarekî wisaye ku ji bo desthilatdariya xwe dikare agir bi Tirkiyê xe. Ez bawer nakim ku bi hêsanî dest ji vê helwesta xwe berde. Lê di rewşeke wisa de ku AKP bi hilbijartina pêşwext de ji desthilatdariyê bikeve, Erdogan ji hêla siyasetê bêhêz bibe û neçar bimîne dibe hewcedariya wî bi aştiyê çêbibe. Lê di demeke kurt de ihtimaleke wisa xuya ake. Erdogan dest ji şopandina wê siyaseta dîn bernade ku dikare him Tirkiyê him jî Rojhilata Navîn bike gola xwînê. Berpirsê sereke yê van tiştan Erdogan e. Kesê ku pêvajoya çareseriyê qedand jî Erdogan e, kesê ku bi polîtîkayên şer hesabê zêdekirina dengên xwe dike, kesê ku bi polîtîkayên neteweperwerî ber bi hedefa xwe ve diçe jHi Erdogan e. Divê herkes fişara vegera ser maseya aştiyê li ser Erdogan bi awayekî zelal û bi israr bike. Em li bendene ku hemû Yekîtiya Ewropayê bi awayekî israr polîtîkayên şer bi awayekî tund rexne bike.

    Hûn kîjan şertan ji bo vegera pêvajoya çareseriyê mecbûrî dibînin?

    Li gorî tecrûbeyên berê, ji bo pêvajo bi serkeftî bibe, divê li van tiştan baldar bin ku heta mimkun be zelalî, divê parlamen di dewreyê de be û navbeynkarek an jî hêzeke çavdêr a sisêyan di dewreyê de be.

    Hûn gelek caran tên Ewropayê û bi rayedarên YEyê re hevdîtinan dikin. Gelo we piştgiriya ku hûn li bende ne ji Brukselê girtiye?

    Divê Parlamena Ewropayê di van mijaran de hinekî din bi hestiyar be lê sazî û dewletên din ên Ewropayê, mixabin hatine rewşeke wisa ku ya weke piştevaniya rejîma faşîst a Erdogan li Tirkiyê dikin û bi tirs û bi şantajê bûye weke dûvikê wê. Ez di vê mijarê de gelekî tund rexne dikim. Ew serokên Ewropayê ku nirxên Ewropayê binpê dikin, xeyalan dişkînin. Ji bo me û ji bo nirxên Ewropayê divê li hemberî van tiştan bêdeng nemana. Lê ji ber koza penaberan a Erdogan wiha bûn. Bi bêdengiya li hemberî binpêkirina mafên mirovan a li ser kurdan û derdorên din ên Tirkiyê re bûn hevkarê vî sûcî.

    ‘PARTIYA ME NE NÛNER Û BASKÊ LEGAL Ê PKKÊ YE'

    Yekîtiya Ewropayê piştevaniya çareseriya pirsgirêka kurd bi rêya siyasî dike. Binê wî tiştî xêz dike ku PKK rêxistineke terorê ye. Hûn vê çawa dinirxînin?

    Ev nêrîna fermî ya Yekîtiya Ewropayê ye, me girê na de. Nêrîneke fermî ya din a partiya me heye. Em ew partî ne ku li gel li hemberî çek û tundiyê, parastina çareseriya pirsgirêkê bi gotûbêjan dikin. Û partiya me ne dikarin bi tundiyê ne jî bi terorê binav bikin. Ev ne li gorî heqaniyetê ne jî li gorî rastiyê e. Di navbera partiya me û PKKê de bi ti awayî têkiliyeke organîk nîne. Partiya me ne nûner û baskê legal ê PKKê ye. Nabe ku Partiya me ji ber çalakî tundî û bombekirinên PKKê berpirsiyar bê girtin. Helwesta me zelal e. Em partiyeke wisa ne ku ji bo PKK bi temamî vegere ser maseyê hewl didin. Lê di heman demê de em nikarin wan sûcan ji nedîtî werin ku hikûmet û kesên çek û tundiyê li se navê hikûmetê dikin. Qetilkirina gelek kurdên sivîl, wêrankirina wargehên kuran, işkence, dadgehkirinên li dijî hiqûqê, înfaz û hemû tişt sûcên ku hikûmetê kirine. Em partiyeke wisa ne ku li hemberî van tiştan muxalefeteke zelal dimeşînin. Fêde heye ku hemê kes me bi vî awayî binirxînin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş û Yuksekdag kuştina rêveberên AKPê şermezar kirin
    Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne
    Demirtaş: Asîmilasyona herî zêde di vê demê de çêbûye
    Baroya Amedê nûçeya Yeni Şafakê ya derbarê Demirtaş de derewand
    Demirtaş: ‘Parlamento bi ewayek fîîlî hatiye girtin'
    Demirtaş: ‘Bila cihan alîkariya YPGê û pêşmergeyên Kurdistanê bike'
    Demirtaş bi Hevserokê Keskan Ozdemir re hevdîtin kir
    Etîketan:
    beşê tirkî yê DWyê, Parlamena Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê (YE), KCD, PKK, HDP, Gultan Kişanak, Selahattin Demirtaş, Firat Anli, Recep Tayyip Erdogan, Bruksel, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de